TMMOB’ê êrîşa polîsan şermezar kir

TMMOB’ê êrîşa polîsan şermezar kir

TMMOB’ê der barê êrîşa parqa Gezî ya Stenbol û Enqereyê de daxuyaniyek da û bang li hikûmeta AKP’ê kir û got: “Divê dewlet demildest dawî li vê şîdeta xwe ya kor bîne.”

TMMOB’ê destnîşan kir ku di protestoyên Parqa Gezî de di serî de li Stenbol û gelek bajan polîsan bi awayekî tund êrîş gel dike û wiha pê de çû: “Her dawî bi armanca ku 3 ciwanên me yên di prosteyan de jiyana xwe ji dest dan bên bibîranîn di 22’ê hezîranê de bi hezaran kesî saet di 19.00’an de qada Taksîmê tije kirin û  polîsan bi awayekî hovane êrîşê gel kirin. Di 17’ê hezîranê de polîsan xewnstin bikevin avahiya şaxa me û hemû amûrên tibî yên revîrê dan ber pihînan û derî û kepenk dan pihînan. Bombeyên gazên avêtin odeya me. Niha nayê bikaranîn.  Tu mudaxale nekare dengê azadî û demokrasiyê bi çewisîne. Êrîşên li hemberî berxwedana Parqa Gezî pêk hatine li hemberî hemû kesî pêk hatine. Em bang li hikûmeta AKP’ê dikin ku bila demildest dest ji êrîşan berdin.