TKP/ML-TÎKKO: Divê em her derê veguherînin qada şer
TKP/ML-TÎKKO, li ser hevrêyên xwe yên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek weşand û got, "Divê em her qada lê ne, veguherînin qada şer."
TKP/ML-TÎKKO, li ser hevrêyên xwe yên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek weşand û got, "Divê em her qada lê ne, veguherînin qada şer."
Fermandariya TKP/ML-TÎKKO ya Rojava li ser hevrêyên xwe yên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di dilê ji bo şoreşê lê didin de, cih ji dudilî, teslîmiyet û tirsê nîne" hat destnîşankirin, ku Hakan, Aşkin û Tûncay bûn dewamkarên xeta gelkirina şer, mezinkirina şer û israra şerê gel.
Fermandariyê diyar kir, sekn û hebûna wan wê bibe bernameya azadiyaê ya cîhana tê xwestin were afirandin û got, "Divê em jiyan û pratîka wan, ku bûne rêberê me, baş fêhm bikin û bi pêş ve biçin. Dem ew deme e ku em her cihê lê ne veguherînin qada şer û şer bi dijmin bidin hîskirin. Fermana ji me re hatiye dayîn ev e; divê em rahêjin çeka xwe û yek bi yek hesabê wan bipirsin û şer mezin bikin."