TKP-ML TÎKKO: Fazil Botan derbên giran li dijmin xist

TKP-ML TÎKKO’yê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Fazil Botan bi bîr anî û got: “Derbên giran li dijmin xist û bû pêşeng û fermandarê şer.”

Fermandariya Giştî ya TKP-ML TÎKKO’yê bi daxuyaniyek nivîskî Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Fazil Botan (Ahmet Şeker) bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Fermandarê azadîxwazan, Endamê Komîteya Navenda PKK’ê hevalê Fazil Botan (Ahmet Şeker) temenê xwe hemû, bi şerkirina li dijî dijmin derbas kir. Ji ber ku ji her kesê zêdetir wate dida jiyanê û ji her kesê zêdetir nirx dida azadiyê, şer kir. Her kes nikare hebûna xwe ya herî bi nirx fedayê azadiyê bike û şer bike. Ne hêsan e ku mirov temenekî bêyî rawestan, li hemberî dijmin şer bike.”

‘JI MIRINÊ NE TIRSIYA, JI BO AZADIYÊ ŞER KIR’

Di daxuyaniyê de, ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Bi devkî hêsan e, li her çar parçeyên Kurdistanê bêyî navber şerkirin. Fazil Botan rêyek ne hêsan hilbijart û heta nefesa xwe ya dawî, hewl da ku wezîfeyên xwe yên şoreşgerî pêk bîne. Ji mirinê ne tirsiya. Dizanî ku eger dilek hebe ku ji azadiyê bawer bike û ji wê lêbide, mirin nîn e.

Fermandar Fazil li Botan, Qendîl, Behdînan, Xakûrkê, Zap û Rojava derbên giran li dijmin xist û dagirkerî û qirkirin rawestand. Wî li her cihê ku çûyê li dijî artêşên dagirkeran şer kir û dîrok nivîsand. Di jiyana xwe de baş zanî ku bêyî berxwedanek destanî dîrok nayê nivîsandin. Encex bi berxwedan û şerekî bê hempa, artêşên zilmê tên têkbirin.

Li her parçeya Kurdistanê li dijî artêşên dagirker şer kir. Bi tatkîka ku pêş xistî, mînaka gerîlatiyek hêja da. Derbeyên giran li dijmin xistin û bû pêşeng û fermandarê şer.

Ji ber vê yekê ye ku rêzdariya me şervan û dostên xwe yên şoreşger û hezkirina mezin a gelê xwe, qezenc kir.

Ji ber vê yekê ye ku di nava kesên di berxwedan û şer de nayên jibîrkirin, cihê xwe yê rêzdar girt. Ev rêzdarî bi ked û cesareta xwe ya mezin, bi dest xist. Ji ber ku wî pratîkek bi mînak li pey xwe hişt ku hêjayê nivîsînê ye. Ne tenê bi şerê xwe, bi sîstema ku afirandî û taktîkên gerîlatiyê yên pêş xistî, gelek şervan perwerde kirin.

Artêşên zilmê yên dagirker dikarin her cûre êrîşan pêk bînin, lê nikarin zincîrê li xeyalên azadiyê bidin.

Nikarin yên ji bo xeyalên xwe dimeşin û şer dikin, rawestînin.”