TJK-E: Divê qada hewayî bê qedexekirin

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) xwest, qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dewleta Tirk bê qedexekirin û artêşa Tirk tavilê bê vekişandin.

TJK-E'yê der barê êrîşên dagirkeriyê û komkujiyên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Rojava dest pê kirin di roja 14'an de bi rengekî hovane didomin.

Di daxuyaniyê de bikaranîna çekên kîmyewî jî hate bibîrxistin û hate gotin, "Li dijî êrîşan roj roja xwedîderketina li hebûn, rûmet û azadiya xwe ye."

TJK-E'yê diyar kir ku êrîşên qirkirinê di heman demê de li dijî hebûn û paşeroja wane û ji bo xwedîderketina li Rojava bang kir.

Her wiha bang li saziyên navneteweyî û raya giştî kir ku qada hewayî ya Rojava li dewleta Tirk qedexe bikin, bikin ku dewleta Tirk xaka Rojava biterikîne, ji bo vegera şêniyên herêmê şert û merc bên afirandin, ji ber bikaranîna çekên kîmyewî Erdogan li dadgeheke navneteweyî bê darizandin û li sînorê Rojava hêza Neteweyên Yekbûyî ji bo herêma ewle ya navbera Tirkiye û QSD'ê tavilê bikeve dewrê û berpirsyariyên xwe pêk bîne.

Her wiha hate xwestin ku endametiya dewleta Tirk a li NATO'yê bê rawestandin.

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiya 23'ê Cotmehê ya li Brukselê jî banga tevlîbûnê hate kirin.