TJA'yê banga ''Roja Qirkirina Êzîdiyan'' kir

TJA'yê Êzîdiyên ku hatine qirkirin bi bîr anî û xwest ku jinên di dest DAÎŞ'ê de werin rizgarkirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî da, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku 3'yê Tebaxê weke ''Roja Qirkirina Êzîdiyan'' were qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin 3'yê Tebaxa 2014'an cara 74'an ferman li ser Êzîdiyan hatiye rakirin û hate gotin, ''DAÎŞ'ê Êzîdî anîne ber tinekirinê''.

'ÊN KU HATINE REVANDIN DIVÊ WERIN RIZGARKIRIN'

TJA'yê diyar kir Êzîdî li dijî zilma mezin rêxistniya xwe kirine, li Şengalê hatine rewşa xweparastinê. TJA'yê Konferansa Navnetewî ya Jinên Êzîdî ya li Bîefeld a Elmanya ya 2017'an bi bîr xist ku di civînê de 3'yê Tebaxê mîna Têkoşîna Dijî Qirkirina Jina nû Qirkirinê hatibû ragihand û ew jî banga Federasyona Jinên Êzîdî destek dikin.

TJA'yê xwest ku 3 hezar jinên Êzîdî yên di dest DAÎŞ'ê de werin rizgarkirin û ji NY'yê xwest ku 3'yê Tebaxê weke ''Roja Qirkirina Êzîdiyan'' were qebûlkirin.

TJA'yê her wiha got, ''Em bang li hemû jinan dikin ku 3'yê Tebaxê saet 11.00'an ji bo jinên ku ji Şengalê hatin revandin û qirkirin deqeyek rêz were girtin, sembola jinên Êzîdî, her kes kincên spî li xwe bike û qurdeleya reş bi xwe  ve bikin.''