Buldan:Tiştên ku Kurd û Elewî dijîn weke hev in
Hevseroka HDP'ê serdana Komeleya Mala Cemê ya Maltepe kir û got, ''Tiştên ku Elewî û Kurd dijîn weke hev in. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyê divê em bi hev re têbikoşin.''
Hevseroka HDP'ê serdana Komeleya Mala Cemê ya Maltepe kir û got, ''Tiştên ku Elewî û Kurd dijîn weke hev in. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyê divê em bi hev re têbikoşin.''
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, ji bo piştevaniyê serdana Komeleya Mala Cem a Maltepeyêk kir.
Serokê Komeleyê Erdînç Yilmaz pêşwazî li Buldan kir. Buldan li vir daxuyaniyke da, bal kişande ser girtina partiyan û diyar kir, partiyeke ku bi milyonan kes dilê wan li ser e nikare were girtin. Buldan got partî her car bi gel re têkoşiyaye û got ev serdana wan jî hewcdehiyek e.
Buldan got divê hemû kêmar bi hev re têbikoşin û got, ''Tiştên ku Kurd û Elewî dijîn yek in. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyê şert e ku em bi he re têbikoşin.'
Serokê Komeleyê Erdînç Yilmaz jî malavayî li Buldan û heyeta pê re kir, bal kişande ser giringiya têkoşîna HDP'ê. Yilmaz bal kişande ser giringiya têkoşîna hevpar û diyar kir ew ê li cem HDP'ê bin.
Piştî hevdîtinê Buldan û heyata pê re wê serdana Komeleya Koçgirî ya li Umraniyê bikin.