ANALÎZ

Tiştê ku DAIŞ'ê nekir, gelo PDK wê bike?

"Rêveberiya PDK'ê, li gorî daxwaz û fermana AKP'ê û Komara Tirk, kete nava serûweneke qirêj. Eger aqilê wan hebana, ne diketin pey klîka faşîst ku MHP jî di nav de ye û cih digire. Divê PDK'ê ji vê helwesta xwe vegere."

Piştî ewqas gotinên dijminatiya li dijî Şengalê diyar bû ku wê êrîş bikin. Mirov dizane ku piştî Çarşemê Pêncşem tê. Di encamê de hêzên PDK'ê, di 3'ê Adarê de êrşî Şengalê û çeperên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kirin. Ya rastî ev êrîş, ji aliyê çeteyên bi navê 'Pêşmergeyên Roj' ku bi hevkariya AKP û PDK'ê hatine perwerdekirin û xwedî kirin pêk hat. Çeteyên ku êrîş kirin, bi qasî çeteyên DAIŞ'ê hovîtî kirin. 

Niha agahiyên ku cih cihan şer dibe tên û encam wê bibe çi nayê zanîn. Her kes dibêje, piştî Serokê PDK'ê Mesud Barzanî, di nava hefteyekê de du caran bi dijminê gelê Kurd Binalî Yildirim re hevdîtin kir, êrîşê dest pê kir. Êdî alî jî vê venaşêrin û dibêjin "em bi hev re hereket dikin". Ev mikurhatin e. 

Pirraniya rexne û nirxandinên têne kirin jî, dibêjin, êrîş, berdewama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya di 3'ê Tebaxa 2014'an de ye. Di 3'ê Tebaxa 2014'an de, Kurdên ku ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ne reviyan û berxwedan kirin, niha ratsî êrîşa çeteyên PDK'ê tên. Yanî PDK'ê dixwaze Êzdiyên berxwedêr ji Şengalê bidê revandin. Ya balkêş ew e ku, her du êrîş jî bi erênî û plangeriya AKP'ê pêk hatin. Li pey, çeteyên DAIŞ'ê ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kirin, AKP'ê hebû, niha jî li pey êrîşa çeteyên PDK'ê jî AKP'ê heye. 

Em PDK deynin aliyekî, gelo çi karê AKP'ê û Komara Tirk li Şengalê heye? Êrîşên li dijî Başur û Rojava, bi gotinên "ewlekariya sinor" vedişêre. Baş e sinorê Tirkiyê bi Şengalê re jî nîne. Ev jî dide xuya kirin ku AKP û Komara Tirk, careke din li ser suc hate girtin. Yanî dijminatiya li dijî Şengalê, ji sedema ku Kurd û Êzîdî li wir in dike. Ev jî rastiya ku AKP'ê û Komara Tirkiyê çiqasî dijminê Kurdan e û çiqasî komkujiyan dike eşkere dike. Divê mirov bipirse, gelo, 73 fermanên li ser Êzîdiyan, ji aliyê mîrzadeyên wek AKP'ê ve hatin kirin?

Piştî ku Mesud Barzanî ji Enqere vegeriya, ne bi gelekî êrîşa li dijî Şengalê dets pê kir. Ev jî dide xuya kirin ku plan li Enqerê hatiye amade kirin. Yani AKP'ê, kir ku PDK'ê êrîşî Şengalê bike. Gelo çima? Me got, bingeha van êrîşan dijminatiya li dijî Kurd û Êzidiyan e. Gelo çima heta îro ne dikirin, çima niha êrîş kirin? Sedema vê jî, referanduma 16'ê Nîsanê û daxwaza Tayyip Erodgan e. Yek ji sedemên pêşwazî kirina Barzanî ya Enqerê jî ev e. Niha sedemek ji êrîşa li dijî Şengalê ev e. Êrîşên li dijî Minbic û Reqa jî, bi vê armancê têne kirin. Hesabê van teva referanduma 16'ê Nîsanê û serketinê ye. Dixwaze bi vî rengî bibê serokê dewletê. Erodgan ji bo bibe serok serî li her riyê dide û çi ji detsên wî tê dike, dikarê cîhanê jî bişewitîne. 

Em werin ser metirsiya hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re. Hêzeke ku hewqasî girêdayî AKP'ê û Komara Tirkiyê be, wê çawa "dewletek  serbixwe" îlan bike? Di rewşek wiha de, "serxwebûn", gelo nayê wateya koloniya Komara Tirkiyê? Li vir car din şewqe ket, û keçeliyê xuya kir. Yanî maske ket û rûdanê rast jî eşkere dibe. 

Çavdêriyek balkêş ew e ku, medya PDK, êrîş bi awayekî şermok ragihand. Kesên ku di ekranên televiyzonan de axivîn, sertewandî bûn û yek gotin dubare dikirin. Digotin, bila PKK ji Şengalê derkeve. Xuya dikir ku wan jî ji gotinên xwe bawer nedikirin û bi rêya kamera nikaribûn li çavên gel binêrin. 

Niha em vegerin ser derketina PKK'ê ya ji Şengalê. Em bêjin, eger PKK ji Şengalê derkeve, gelo wê biryara vê kî bide? Wê PDK'ê biryarê bide gelo? Gelo PDK'ê PKK vexwende Şengalê, ku niha dixwaze derkeve? Dema ku PKK çû Şengalê, PDK'ê li Şengalê nebû. Her kes vê rastiyê dizane. Yanî, bi erênî PKK'ê, PDK'ê careke din kete Şengalê. Çûna PKK'ê ya Şengalê, baş tê zanîn ku, ji bo pêşî girtina komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî civaka Êzîdî bû. Di wê demê de, ji Netewên Yekbûyî heta bi serokwezîrê Iraqê her kesî spasî yê PKK'ê kir û dengê van kesan hêjî di guhan de dikine çingênî. Me di nivîsên xwe yên berê de destnîşan kiribû ku, Mesud Barzan bi xwe çû Mexmurê û spasî yê gerîlayên PKK kir. 

Gelo napirsin: Ew çi bû û kiryarên îro çi ne? Hinek ji PDKyiyan dibêjin karê PKK temam bûye, bila ji Şengalê derkevê biçe. Bi van gotinan jî, qebûl dikin ku PKK karekî dîrokî li Şengalê kiriye. Lê piştê mikurhatinê, wek bûne rêveberên PKK'ê dixwazin karên PKK'ê, ew destnîşan bikin. 

Ji kîjan alî ve em li pirsgirêkê dinêrin, helwesta PDK'ê nayê erê kirin û li gorî daxwaza Tirkan, dixwaze Kurdan ji Kurdistanê bike der. Vê jî di demeke ku, nîqaşên li ser avakirina Kongreya Neteweyî tê kirin û ji her demê bêhtir pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye dike. Piştra xwe daye kujerên Kurdan, hêza ku komkujiya Kurdan dike, dixwaze Kurdên azadixwaz ji Kurdistanê derbixe. Vê jî di demeke ku, PKK di nava hewldanên ku hevdîtinan bike, diyalogê xurt bike û çareseriya pirsgirêkan pêk bînê de dike. 

Ti behane ji êrîşa PDK'ê re naye dîtin. Şensê wan û serketinê jî nîne. Ji ber vê jî, di nava kurdan û eniya dmeokratîk de dijberiyek dijwar çêbû. Ya giring jî ew e ku civaka Êzîdî wek dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê axa xwe bernadin û na revin. Rêxistinên Ezîdî û rêxistinên wan, li gel raya giştî ya Kurd dijberiyek dijwar nîşan didin. Gelek kesan rahişte çek û çûne parastina Şengalê dikin. 

Gerîlayên PKK'ê jî, Kurdên Êzîdî li Şengalê, di êrîşa kujerî de tenê nahêlin û ji Şengalê dernakevin. Ew bi misyonek dîrokî radibin û binbariyek girtine ser milên xwe. Berdêl çi dibe bila bibe wê binbariya xwe bînin cih û Kurdên Ezidî biparêzin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê jî heye û ew ê heta dawiyê Şengalê biparêzin. Ev hêz teva wê li dijî êrîşa çeteyên PDK'ê rawestin. Çawa li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin, îro jî wê li dijî çeteyên PDK'ê şer bikin. 

Rêveberiya PDK'ê, li gorî daxwaz û fermana AKP'ê û Komara Tirk, kete nava serûweneke qirêj. Eger aqilê wan hebana, ne diketin pey klîka faşîst ku MHP jî di nav de ye û cih digire. Divê PDK'ê ji vê helwesta xwe vegere. Divê rêxistiniya civaka Êzîdî ku di tevahiya dîroka xwe de rastî komkujiyan hatiye bi rêz tevbigere û rêveberiya xweser ya Şengalê nas bike. Şertê yekemîn ew e ku wek navê xwe demokrat bibe û ne di şerê li dijî PKK'ê de, berûvajî wê, ligel hev karkirin, bi hev re karkirinê esas bigire. Gelo rêveberiya PDK'ê ya îro wê ji rêya şaş vegere û helwestek demokratîk nîşan bide? Em ê di rojên pêş de bersiva vê pirsê bibînin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA