Tîrvanê Neteweyî Macît: Çûyîna Kobanê çûyîna bihuştê bû
Tîrvanê Neteweyî Macît: Çûyîna Kobanê çûyîna bihuştê bû
Tîrvanê Neteweyî Macît: Çûyîna Kobanê çûyîna bihuştê bû
Tîrvanê Neteweyî yê astengdar Serdar Macît, ku dema şer giran bû li ser israra YPG'yiyan neçar ma ji Kobanê vegere, li ser sînor e. Macît ê li ser sînor nobeda berxwedanê digire got, "Çûyîna Kobanê ji bo min çûyîna bihuştê bû."
Tîrvanê Neteweyî Serdar Macît ê 30 salî, ku ji ber qezayekê di 10 saliya xwe de felç bû, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo tevlîbûna li nav berxwedana Kobanê, bi motorsîkleta xwe ya ji çar tekeran çû Kobanê û beşdarî nav refên YPG/YPJ'ê bû. Bi giranbûna şerê li bajêr re, li ser israra şervanên YPG/YPJ'ê Macît neçar ma vegere, lê ji ser xeta sînor naçe ti cihî. Macît di çalakiya nobedê ya li gundê Mehser ê Pirsûsê de cih digire. Macît ku kekê Selîm Macît (Umît Kûrtalan) ê di sala 2012'an de li nav refên PKK'ê di şer de jiyana xwe ji dest daye ye, da xuyakirin ku piştî birayê xwe wî jî biryar daye tevlî berxwedana Kobanê bibe û li dijî mejiyê DAIŞ'ê şer bike. Macît ê ku di beşa tîrevaniyê de li cîhan û Tirkiyeyê gelek xelat wergirtiye, dema li Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê de bû, ji ber neqşa lîderê şoreşger Che Guevara a li ser milê wî, li gelek pêşbirkên navneteweyî nehat qebûlkirin. Macît anî ziman ku hînê ji destpêkê ve, ji ber Kurdbûyîna xwe rastî cihêkariyê hatiye.
'ÇÛYÎNA KOBANÊ JI BO MIN ÇÛYÎNA BIHUŞTÊ BÛ'
Macît diyar kir, ku bi destpêkirina êrîşên li hemberî Kobanê re, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo beşdarî berxwedana Kobanê bibe ew ji Stenbolê hatiye Pirsûsê û piştî demekê li Pirsûsê sekiniye bi motorsîkleta xwe derbasî Kobanê bûye. Macît got, "Ji bo min çûyîna Kobanê çûyîna bihuştê bû" û destnîşan kir ku xwegihandina xwişk û birayên xwe yên li Kobanê li ber xwe didin, ji bo wî mîna bihuştê bû. Macît ragihand ku piştî rojekê li Kobanê ma şervanên YPG'ê jê re gotine ku divê ew veger e, lê wî xwestiye tevlî YPG'ê bibe û careke din venegere. Macît got, "Min ji şervanên YPG/YPJ'ê re got, ku ji bo şewqa rojaniyê ya bi Kobanê re di çavê min de xwe da der, careke din venemire, dixwazim di nav YPG'ê de bimînim. Hevalên min ên şervan, ji ber astengdar im dudil bûn, lê min ew bi bawerî û biryardariya xwe qanih kir. Ez jî bûbûm şervanek û li dijî êrîşên li hemberî gelê xwe, min jî li ber xwe dida. Vê yekê moraleke gelekî mezin dida min."
'MIN MOTORSÎKLETA XWE EMANETÎ FERMANDARÊ YPG'YÎ KIR'
Macît da zanîn ku destpêkê wî li qadên dûrî eniya şer di berxwedanê de cih digirt û got, "Piştre min li eniyên pêş cihê xwe girt. Dema topên hawanê li cihekî 15 metre dûrî min teqiya, hingî min bi rastî jî fêm kir ku di nava şer de me û cidiyeta berxwedanê baştir fêm kir. Ji ber vê yekê hîn bêtir bi berxwedanê ve hatim girêdan. Hevalên min ên li eniya şer gelekî ji min hez dikirin û qîmet didan berxwedana min. Zehmet e ku mirov wan kêliyan bilêv bikin."
Macît ragihand ku piştî êrîşên çeteyan zêde bûn şervanên YPG'ê israr kirin ku ew vegere û got, "Yê ku xwest ez vegerim, fermandar bû û ez nikarîbûm li hemberî fermana wî derketibûma. Min qebûl kir ku vegerim. Min motorsîkleta xwe emanetî hevalan kir û vegeriyam. Dema ez vegeriyam rêhevalekî min ê YPG'yî ji min re got, 'Kobanê wê têk neçe û dema tu vegeriya tuyê li motorsîkleta xwe siwar bibe û li van kolana bigere'. Ez ê van gotinên wî ti carî ji bîr nekim. Bi qasî ku min bihîst, motorsîkleta min çend caran ketiye destê DAIŞ'ê, lê her carê jî ji ber soza dan min hevalan motorsîkleta min ji destê wan xilas kirine. Dema min ev bihîst, gelekî hestyar bûm."
'DI AZADIYA KOBANÊ DE EZ Ê JI NÛ VE JI DAYIK BIBIM'
Macît diyar kir ku piştî ji Kobanê vegeriya wê nexwestiye biçe Stenbolê û ji hingî ve li ser sînor li gundê Mehserê nobedê digire û anî ziman ku li xeta herî nêzî sînor her sibehê bi silavdayîna hevalên xwe, ew dest bi rojê dike. Macît got, "Heta ku şer dewam bike, nabe ku ez biçim Stenbolê çay û qehwê vexwim. Şer dewam dike, heval her roj jiyana xwe ji dest didin. Bêdengiya li pêşberî van bûyeran, mirovan gelekî diêşîne. Li vî girê pêşber, min li gel hevalên xwe nobed girtibû. Lê niha ji dûr ve lê temaşe dikim. Ji ber ku nikarim tiştekî bikim, gelekî pê diêşim."
Macît da xuyakirin ku bi rizgariya Kobanê re ew ê careke din biçe Kobanê û got, "Piştî ku Kobanê rizgar bû, li ser Girê Miştenûrê ez ê jî gel şervanên Kobanê li dora agirê azadiyê govendê bigerînim. Dema ew roj hat, ez ê ji nû ve ji dayik bibim. Her çend nikarim li ser piyan bisekinim jî, ji bo tevlîbûna wê berxwedanê çi ji destê min bê ez ê bikim."