'Tirsa me ew e ku piştî hêla korona jî domdar be'

Parêzerê OHD'ê Bariş Marhan got bi hêla korona re tevdîrên li gritîgehan li gel sistbûna Hezîranê jî neguheriye û bal kişande ser talokeya ku ev bibe tecrîda zêdetir û mayinde bibe.

Bi hêla vîrûsa koronayê re li Tirkiyê yek ji qada ku zêdetir nîqaş l iser çêbûn girtîgeh bûn. Bi yasayeke înfazê beşek ji girtîyan hatin berdan lê girtiyên siyasî neketin ber vê yasayê. Beriya hêla koronayê li girtîgehan ku binpêkirina mafan pir zêde bûn, ji 17'3ê Hezîranê û vir ve çend girtî bi koronayê ketine nayê zanîn. Li gel ku 3 meh di ser re bihurîne jî Wezareta Dadê ti daxuyanî neda. Her wiha girtiyên ku ji cîhanê bi temamî îlozel ji ber serê mehekê hevdîtina malbatê tenê bi yekî kesî re dikare he bibîne.

GELEK MALBAT MEXDÛR BUN

Ji komîsyona girtîgehan a OHD'ê Parêzer Bariş Marhan got ji ber sînordarkirina hevdîtinan gelek malbat mexdûr bûne. Marham diyar kir bi hêla vîrûsa koronayê re hevdîtinên rûbirû û bi pişt camê heta demeke nediyar hatine taloqkirin, parêzer jî rewşên lezgîn ne tê de nekarîn miwekilên xwe bibînin û her wiha rewşa lezgîn ne tê de girtî nebirin nexweşxaneyan, bi yekê Hezîranê re parêzer û miwekîl bi şertê ku tiştek bikişandana navbeyna wan dikarin hevdîtinên bikin û malbat jî heyvê carekê, bi şertê ku kesek tenê be dikarin bi girtiyan re hevd bibînin.

Parêzer bi berdewamî diyar kir di wan hevdîtinên yek kesî de jî bi giştî cam di navberê de heye, hem ê hatî serdanê û hem jî girtî maske dide ber devê xwe û bi telefonê diaxivin, ango li şûne kesekî, du kes jî serdanê bikin ji bo girtî ti rîsekek mezin nayîne û got bi ya wan ev bi gaa kêfî tecrîd bêhtir zêde dibe.

TIRSA ME EW E PIŞTÎ PANDEMIYÊ JÎ EV REWŞ BIDOME

Parêzer Marhan diyar kir şertên ji ber hêla vîrûsa koronayê li ser girtiyan tê ferzkirin lê li cem qerdiyanan tevdîr ji Hezîranê û vir ve siste bûne, got ji bilî hevdîtnan nameyan yan pir dereng didin an jî qet nadin ,li gel vê rojname û pirtûkan jî yan qet nadin an jî pri dereng didin û got, ''Pandemiyê dikine hincet û girtiyan bi temamî ji cîhanê îzole dikin. Tirsa me ew e ku piştî pandemiyê jî ev domdar bibe. Gelek qadên hevpar ên weke spor û cihê hewa lê standinê heta demeke nediyar hatin girtin. Bi hezîranê re tevdîr sisst bûn lê li gel vê jî hê jî girtî nikarin biçin qadên hevpar, sporê bikin, qedexe ye.''

Parêzer Marhan bi berdewamî got li girtîgehan çend girtî bi korona ketine ji Nîsanê û pê de nizanin, Wezaretê herî dawî îstatîstikên meha Nîsanê da û êdî li ser rewşa kovîdê ya li girtîgehan nema agahî daye.

PIŞTÎ KU JI NEXWEŞXANEYÊ VEDIGERIN WAN DIKIN HICREYAN

Parêzer Bariş Marhan bi bîr xist beriya hêla koronayê jî dema girtî dibirin nexweşxaneyê rewş xirab bû lê bi hêla koronayê re girtiyan dema ku dibin nexweşxaneyê, piştî ku vedigerin 14 rojan wan dikin karantînayê lê cihê ku dema karantînayê lê dimînin qet ne li gorî şertên tendiristiyê ye, li hicreyên biçûk ku roj lê nade û hewa nastîne têne girtin û ji ber vê jî girtî, heke  pir lezgîn nebe nema dixwazin biçin nexweşxaneyê, ji bo ku li wan hicreyan nemînin, çikû girtiyên bi nexweşiyên giran hene û bi serê xwe nikarin hewcehiyên xwe bi cih bînin.