Tîroj hejmara xwe ya 71'an ji Kobanê re veteqand

Tîroj hejmara xwe ya 71'an ji Kobanê re veteqand

Kovara Tîroj a çand, huner, polîtîka, ku du mehan carekê li Stenbolê bi zimanên Kurdî û Tirkî tê weşandin, hejmara mehên Mijdar-Kanûnê gihaşt ber destê xwendevanên xwe. Kovarê hejmara xwe ya vê hefteyê ji Kobanê re veqetand.

Berxwedana YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, bû mijara binehîn a hejmara 71. a kovara Tîroj. Rojnamevan Cevdet Aşkin, Dr. Mûstafa Pekoz, Akademîsyen Erdem Yoruk û Nivîskar Fotî Benlîsoy, ji her alî ve pêvajoyê dinirxînin, ji Zanîngeha Londonê profesorê 'Têkiliyên Navneteweyî' Gilbert Achcar jî di hevpeyvîna xwe de, rastiay DAIŞ'ê û hevsegniya nû ya polîtîkayên Rojhilata Navîn vedibêje.

Nivîskar Helîm Yûsiv û Daghan Irak jî bi nivîsên xwe yên li ser mijarê derdikevin pêşberî xwendevanên xwe.

Navên ku bi nivîs, helbest û xêzikên xwe hûnê karibin di vê hejmarê de bibînin: Mîne Şengul, Omer Ûlûçay, Selîm Temo, Sezaî Sarioglû, Gulfer Akkaya, Samî Tan, Bariş Avşar, Salihê Kevirbirî, Alî Serhatli, Cîhan Roj, Nalan Temeltaş, Suncem Koçer, Ender Ondeş, Ûygûr Orhan, Reyhan Sarhan, Kîbar Ozbey, Bozan Yaman, Pelşîn Piling, Hecî Nehsan, Vedat Îlbeyoglû û Halîl Încesû.