Tirkiyeyê jina ku amûrên bombeyê dibir, berda

Tirkiyeyê jina ku amûrên bombeyê dibir, berda

Li toleransên dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ’ê ya li Suriye û Iraqê yek din jî zêde bû. Di meha Sibatê de  jineke radîkal Îslamî ku li balafirgeha Tirkiyeyê bi hevserê re bi madeyên teqemeniyê hate girtin, hate hînbûn ku di meha Hezîranê de hatiye berdan.

Îdîaya  ku duh di rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) a Elman de cih girtiye, ji aliyê dozgerê Frankfurtê ve jî hat piştrastkirin. Li gorî îdîayê jina 27 salî ya welatiya Elmanyayê ji Sûriyeyê bi hevserê xwe re ji bo vegere Elmanyayê hat Tirkiyeyê. Li balafirgehê di boriyekê de tijî amonyum û potasyom nîtrat li ser jinê hat dîtin û jin û hevserê xwe bi hev re hatin girtin.

HEVSERÊ WÊ GIRTIYE LÊ EW HAT BERDAN

Tevî ku li ser vê jinê madeyên teqemeniyê hebûn jî  hat berdan û rayedarên Elmanyayê jî der barê mijarê de agahiyên têr nedan û kesa mijara gotinê ye di meha Hezîranê de vegeriyaye Elmanyayê.

Bi taybet di demên dawî de Elmanya der barê selefiyên ji Sûriyeyê tên de lêpirsînan vedikin û dozgeriya Frankfurtê jî der barê vê jinê de lêpirsîn da destpêkirin. Li gorî nûçeya FAZ’ê hat gotin ku jina ku bi rehetî ji Tirkiyeyê hatiye bi sûcdariya ‘gumanbara terorê ye’ tê lêpirsînkirin.

RAYEDARÊN TIRK ELMAN HIŞYAR KIRIN?

Berdevkê dozgeriya Frankfurtê da zanîn ku nedizanîn ku ev jina welatiya Elmanyayê van teqemeniyan bi kîjan armancê bikar tîne û ji ber ku hê nehatiye binçavkirin xwe negihandine delîlan.

Di nûçeya FAZ’ê de tê gotin ku di navberê de tevî meh derbas bûne jî rayedarên Tirk ji Elmanyayê re tiştek negotine.