Tirkiyeyê di 15 mehan de 8 mîlyon dolar daye bombeyên gazê

Tirkiyeyê di 15 mehan de 8 mîlyon dolar daye bombeyên gazê

Derket holê ku şîrketa bi navê 'Nonlethal Technologies' a Amerîkayê  di navbera meha cotmeha 2011’an û kanûna 2012’an yanî di 15 mehan de nêzî  8.5 mîlyon dolarî bombeyên gazê, guleyên plastîk firotiye Tirkiyeyê.

Li gorî belgeyên gihiştiye berdestê DHA’ê, Tirkiye muşteriyê sereke ye şîrketa Amerîkan a bi navê 'Nonlethal Technologies' ya ku çekên kîmyewî û guleyên plastîk hildiberîne ye. Şîrketê di navbera dîroka cotmeha 2011 û kanûna 2012’an de guleyên plastîk û bombeyên gazê bi 380 hezarî daye Çînê, bi 80 hezarî daye Panamayê, 43 hezar daye Şiliyê. Lê rêjeya Tirkiyeyê li gorî welatên din pir zêde ye.

Hate hînbûn ku Tirkiyeyê di 15 mehan de bi 8 mîlyon û 396 hezar û 992 Dolar daye.