Tirkiye û Îsraîlê mutebakat îmze kirin
Tirkiye û Îsraîlê mutebakat îmze kirin. Nûnerên her du aliyan, ev metna mutebakatê li welatê xwe îmze kirin.
Tirkiye û Îsraîlê mutebakat îmze kirin. Nûnerên her du aliyan, ev metna mutebakatê li welatê xwe îmze kirin.
AKP/Qesr, ji ber ku ji êrîşên qirkirinê yên hundir ti encam negirt û tengav bû, xwe nêzî welatên weke 'dijmin' didît, kir.
Mutebakata li ser asayîkirina têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê hat îmzekirin.
Musteşarê Wezareta Karên Derve ya Tirk Ferîdûn Sînîrlîoglû, mutebakat li avahiya wezaretê îmze kir.
Dîrektorê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê jî di heman demê de ev metn li welatê xwe îmze kir.
Mutebakatê wê di demeke nêz de bê rojeva Meclîsê, eger li vir bê qebûlkirin wê ji bo erêkirinê radestî Serokkomar were kirin û piştre bikeve meriyet3e.
Weke gava destpêkê ya vê lihevkirinê jî, wê Sefîrên Bilind ên her du welatan, ku piştî êrîşa Mavî Marmara hatibûn vekişandin, ji nû ve bên wezîfedarkirin.