'Tirkiye ji bo Civîna Bilind a Însanî ya Cîhanê ne cihekî rast e'

Însiyatîfa Aştiyê ya Kurdistanê, ji Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon re nameyeke vekirî nivîsand û diyar kirin, Tirkiye ji bo lidarketina yekemîn Civîna Bilind a Însanî ya Cîhanê, ne cihekî rast e.

Tê payîn di 23-24'ê Gulanê de li Tirkiyeyê Civîna Bilind a Însanî ya Cîhanê bê lidarxistin. Însiyatîfa Aştiyê ya Kurdistanê, ji Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon re nameyeke vekirî nivîsand û diyar kirin, Tirkiye ji bo lidarketina yekemîn Civîna Bilind a Însanî ya Cîhanê, ne cihekî rast e.

Dostên gelê Kurd, ku Noam Chomsky, Dr Thomas Jeffrey Miley, Dr Derek Wall, Mark Thomas, Michael Rubin, David Romano, Dr. Zaradachet Hajo, Roger Mckenzie û Dimitri Roussopoulos jî di nav de hene, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-Moon re nameyek şandin û dan xuyakirin, ku ji bo lidarketina Civîna Bilind a Însanî ya Cîhanê, Tirkiye ne cihekî rast e. Bang li Ban Kî-Moon hat kirin, ku careke din li ser malovaniya Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo vê civîna bilind bifikire û vê biryarê di ber çavan re derbas bike.

Di metna bangawaziyê de işaret bi krîzeke însanî ya li gelemperiya cîhanê diqewime hat kirin û hat destnîşankirin, ku ji bo teşwîqkirina aştiyê, kêmkirina şer û pêşîgirtina li parçebûna civakî, di asta navneteweyî de hewldan bên kirin.

Di nameyê de, şerê ev çend meh in Bakurê Kurdistanê bi dijwarî diqewime hat bibîrxistin û gotin, divê ev pirsgirêk bi lezgînî were çareserkirin. Hat ragihandin, ku hikûmeta Tirk têkildarî pirsgirêka Kurd, berê xwe daye rêya 'çareseriyeke aştiyane ya bi ser nakeve' û hat destnîşankirin, ku ji ber vê rewşa şer a tê dewamkirin, ne rast e Civîna Însanî ya Cîhanê ya NY li Stenbolê bê lidarxistin.

Di nameyê de hat bibîrxistin, ku ji ber pêngava demokratîk a HDP'ê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê ku pêşî li serokatiya Erdogan girt, hikûmeta AKP'ê şîdeta li dijî gelê Kurd zêde kir.

Di dewama metna bangawaziyê de hat bibîrxistin, gelê Kurd niha ji ber polîtîkayeke dijminane ya dewletê tê qetilkirin û hat gotin, "Piştî ku pêkanîna aştiyê ji rojeva Tirkiyeyê hat xistin, encamên vê rewşê niha li gelemperiya vî welatî tên dîtin. Ji ber vê yekê, gelekî zehmet e ku mirov fêm bike bê çima hikûmeta Enqereyê bi malovaniya ji hewldaneke bi vî rengî ya girîng a navneteweyî re tê xelatkirin."

Di nameyê de hat ragihandin, yek ji mijarên di civînê de nîqaş li ser bê kirin 'bersivdayîna li pêdiviyên însanî yên li herêma şer e' û hat destnîşankirin, ku dema qedexeya derketina derve, bomberdûman û hilweşandina bi zanebûn a niha li herêma Başûrrojhilatê Tirkiyeyê ji aliyê hêzên dewletê ve tên kirin li ber çavan werin girtin, wê bê dîtin ku ne rast e civîna bilind li Stenbolê were lidarxistin.

'LI TIRKIYEYÊ ZEXTEKE GIRAN HEYE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk di bin navê 'şerê li dijî PKK'ê' de li hemberî gelê xwe û Kurdan şer dike û bal hat kişandin ser pirsgirêkên bingehîn ên li vî welatî hînê dewam dikin:

"Serokkomarê Tirk Erdogan bi sorkirina şer û tirsa navbera civakên li vî welatî, gavên cihêkariyê davêje

Rojnamevan, akademîsyen, parêzer û hunermendên afirîner ên serbixwe yên li Tirkiyeyê, nikarin mafên xwe yên azadiya ramanê bi kar bînin, tên çavtirsandin û girtin

Mafên bingehîn ên demokratîk, polîtîk û însanî, di nava rêveberiya otorîterbûyîna AKP'ê de roj bi roj rastî êrîşên cidî tên

Bi îdîaya ku gelê Kurd alîkariyê dide PKK'ê, bi temamî hedef tê girtin û cezakirin

Di demeke ku hêzên leşkerî yên dewleta Tirk bajar û gundan bombe dikin û bi sed hezaran mirovên bêguneh neçarî koçberiyê dikin de ne rast e ku civîneke bi vî rengî ya bilind, li Stenbolê were lidarxistin.

Bi nirxandina rewşa heyî ya nebaş a Tirkiyeyê re em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku biryara xwe ya li ser lidarxistina vê civîna bilind li Stenbolê, careke din di ber çavan re derbas bike.

Di dewama metna bangawaziyê de hat gotin, "Bi taybetî, di pêvajoyeke ku ji bo aştiyeke mayînde pêwîstî bi navbeynkarekî bêalî heye de, lidarxistina vê civîna bilind li Tirkiyeyê wê alîkariyê bide dewamkirina şer. Pêkanîna civîneke bilind a însanî li Tirkiyeyê, wê li hemberî gelê Kurd û hemû derdorên din ên rastî zexta hikûmeta Erdogan tê, bibe heqaretek.

Ji bo serketina potansiyela vê civîna bilind a însanî derkeve asta herî bilind û desteka gerdûnî jê re bê dayîn, em bang li we dikin ku careke din li ser mijarê bifikirin û civîna bilind li cihekî din lidar bixin."

YÊN ÎMZEYA XWE DANÎNE BINÊ NAMEYÊ

Noam Chomsky, Dr Thomas Jeffrey Miley, Dr Derek Wall, Mark Thomas, Michael Rubin, David Romano, Dr. Zaradachet Hajo, Roger Mckenzie, Dimitri Roussopoulos, Janet Biehl, Federico Venturini, Eirik Eiglad, Michael Gunter, Debbie Bookchin, Tove Skutnabb-Kangas, Robert Phillipson, Liz Saville-Roberts, Dr. Johanna Riha, Dr. Manali Desai, Prof. Sarah Franklin, Prof. Lawrence P. King, Dr. Monica Moreno, Margaret Owen, Dr Carol Mann, Peter Tatchell, Ara Sarafian, Stephen Smellie, Bert Schouwenburg, Steve Hedley, Roger McKenzie, Nick Hildyard, Stefano Squarcina, Kariane Westrheim, Cynthia Cockburn, Zaher Baher, Jonathan Bloch, Bronwen Jones, Sarah Parker, Steve Sweeney, Paul Bullock, Lisa Marie-Taylor.