Tirkiye êdî bala fîrmayên Elman nakişîne

Derket holê, ji ber otorîtebûna rejîma Tirkiyeyê, fîrmayên Elman razemeniyên xwe yên li vî welatî kêm kirine. Li gorî encamên lêkolîneke nû, tevî Tirkiyeyê êdî Rûsya jî bala fîrmayên Elman nakişîne.

Navenda Lêkolîna Aboriyê ya Ewropayê (ZEW), li ser daxwaza karsazên Elman lêkolîn kir ku li kîjan welatan razemenî dikare bê kirin. ZEW'ê ev lêkolîna xwe bi raporekê eşkere kir û ragihand, Tirkiye û Rûsya nema bala fîrmayên Elman dikişînin. Hat destnîşankirin ku guhertina siyasî ya li her welatî rê li ber encamekê vedike.

Di lêkolînê de hat ragihandin, ji ber siyaseta dema dawî ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, razemeniya fîrmayên Elman ên li van welatan kêm bûye. Di raporê de rewşa Çîn, Hîndîstan, Brezîlya û Meksîkayê jî hate nirxandin û ji bo Tirkiyeyê ev şîrove hate kirin:

"Piştî hewldana darbeyê ya havîna 2016'an rû da, helwesta ku sazî û dadgehên Tirk nîşan dan, her wiha sîstema serokatiyê ya ku piştî sala 2019'an dikeve meriyetê ji gelek aliyan ve bandorê li razemeniya aboriyê dikin."

Hat ragihandin ku guhertina siyasî ya rejîma Enqereyê wekî din bandorê li mafên mulkiyetê, têkoşîna li dijî gendeliyê û serxwebûna dewleta hiqûqê jî dike.

Li gorî lêkolîna ZEW'ê, karsaz û fîrmayên Elman li şûna Tirkiye û Rûsyayê ji bo razemeniyê berê xwe dane Çîn û Hîndîstanê. Rayedarê ZEW'ê Frîedrîch Heînemann da xuyakirin ku di serî de binesazî û perwerdeya li Çîn û Hîndîstanê, ji gelek aliyan ve derfetên razemeniya baş hene.

TIRKIYEYÊ WEXTEKÊ GELEKÎ BAL DIKIŞAND!

Tirkiye wextekê ji bo fîrmayên Elman gelekî bal dikişand. Kapasîteya têkiliyên aboriyê yên Elmanyayê bi Tirkiyeyê re, dişibînin asta bazirganiya bi Swêd, Danîmarka û Japonyayê. Sala 2016'an Tirkiyeyê bi nirxê 15 milyar Euroyî mal firot Elmanyayê bi 22 milyar Euroyî jî îthalat jê kir.

Li Tirkiyeyê niha 6800 şîrketên Elman hene. Tenê li Daîmlerê 6 hezar kes dixebitin. Li Sîemensê jî ku ji sala 1856'an û vir ve li Tirkiyeyê aktîf e 3 hezar xebatkar hene. Hikumeta Merkel ji bo şîrketên Elman li Tirkiyeyê kar bikin, sala 2015'an 2,1 milyar Euro û sala 2016'an jî 1 milyar Euro garantiya krediyê da. Di nîvê destpêkê ya sala 2017'an ev hejmar daket 680 milyon Euro.