Li gorî rapora Freedom House ku navenda wê li paytexta DYA Washîngtonê ye, di nava çar salan de welatên herî zêde ji aliyê azadiya çapemeniyê ve bêhtir rewşa xwe nebaş bûye Tirkiye, Misir, Yewanîstan û Taylandi in. Di nirxandina li gorî 100 pûanî hat kirin de, Tirkiyeyê di warê paşmayînê de 6 pûanên din zêde kir û gihaşt 71'ê.
Di beşa Ewropayê ya raporê de, Tirkiye di nava 42 welatan de bû yek ji du welatên çapemenî lê ne azad e. Welatekî din ê Ewropayê yê çapemenî lê ne azad e, Makedonya ye. Lê li gorî pûanan Tirkiye li pişt Makedonyayê tê.
Di beşa 'desketî û windahiyên balê dikişînin' de Tirkiye di koma duyemîn de cih girt. Di raporê de hat destnîşankirin, ku li Tirkiyeyê hikûmet ji o zexta li ser medyayê zêde bike, ji 'gefên ewlekariyê' sûdê werdigire û hat gotin, "Rayedar, ji bo rojnamevanên girîng bigirin, medya înternatê sansur bikin, li hemberî raperîna Kurdan, şerê li Sûriyeyê û ji bo dersînorkirina nûçegihanên biyanî, qanûnên têkildarî terorê bi kar tînin."
Di raporê de 'mijarên xetere' yên ji bo rojnamevanan bi şeş serenavan hatin destnîşankirin. Sûcê rêxistinbûyî, nelirêtî, xwarina ji hawirdor û eraziyê, serweriya cihê nîqaşê û 'lese-majeste' ku tê wateya 'Xiyaneta li Qral'. Ji bo Lese-masejte jî mînaka Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Misirê Abdulfettah el-Sîsî hatin nîşandan.