Tirkiye bi ambulansan çek û cebilxane derbazî Rojava dike
Tirkiye bi ambulansan çek û cebilxane derbazî Rojava dike
Tirkiye bi ambulansan çek û cebilxane derbazî Rojava dike
Hate ragihandin ku ji Tirkiyê bi ambulansan çek û cebilxane ji komên çete ku li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê êrîşî gel dikin re têne şandin.
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê şerê di navbera komên çete û hêzên YPG'ê de ku bi êrîşên komên çete yên DAIŞ/ Eniya El Nusra re destpê kiribûn, di roja 3. de didomin.
Di van şeran de komên çete yên ku gelek windahiyan didin, hemû rêbazan bikar tînin. Li gorî çavkaniyan ev komên çete qempa Etma ya girêdayî Îdlibê ku li ser sînorê Tirkiyê ye û niviya wê dikeve aliyê Tirkiyê jixwe re kirine navend. Komên ku qempê wekî baregeh bikar tînin, birîndarên xwe jî di vir re derbasî Tirkiyê dikin. Her wiha hate gotin ku ambulansên Tirkiyê li ser navê alîkariya sivîlan di ser qempê re diçin herêmên şer û birîndarên çeteyan dibin aliyê Tirkiye.
Li aliyê din çavkaniyên herêmê ku nexwestin navên xwe bidin, ragihandin ku Tirkiye bi ambulansan çekan û cebilxaneyan ji komên çete re derbaz dike. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku heta niha 20 ambulansên ku çebilxane û çek tê de hebûn ji Tirkiyê derbasî Etmayê hatine kirin.