Dewleta Tirk dagirkeriya xwe fireh dike, PDK eskortiyê jê re dike
Artêşa Tirk ji bo ku dagirkeriya xwe berfireh bike li ser Ava Hecî Beg pirek çêkir. Gelek zirx û hêza piyade sewqî herêmê kirin, asayişa PDK’ê jî eskortiyê dike.
Artêşa Tirk ji bo ku dagirkeriya xwe berfireh bike li ser Ava Hecî Beg pirek çêkir. Gelek zirx û hêza piyade sewqî herêmê kirin, asayişa PDK’ê jî eskortiyê dike.
Dewleta Tirk li Geliyê eş, gundê Bermize û derdora çiyayê Siro a Diyanetê dixwaze dagirkeriya xwe mayinde bike. Diyar bû ku ji bo dagirkeriya xwe mayinde bike li ser Ava Hecî Beg pirek da çêkirin.
Li gorî saloxên ku jêderên xwecih dane ANF’ê duh artêşa Tirk li ser Ava Hecî Beg pirek çêkir, ev pir jî bi rengê ku panzêr, top, wesayitên zirxî û çekên giran bikaribin di ser re biçin hatiye çêkirin.
FERZKIRINA SÎXÛRKIRINÊ YA LI SER GUNDIYAN
Jêderan diyar kirin ku artêşa Tirk bi xebatên dagirkeriyê hewldanên xwe yên li Çiyayê Siro û derdorê didomîne û bi gundiyên Bermizê re civînan dike. Di civînê de ji gundiyan hatiye xwestin ku darên daristanê bibirin û dema ku gerîla dîtin jî agahiyê bidin wan. Gundiyekî ku nexwest navê xwe bide got, ‘’Hatine xaka me dagir dikin. Weke ku xaka wan be hewl didin ku bi cih bibin. Dema ku vê dikin jî dixwazin ku me hemûyan bikin sîxur.’’
GUNDÎ LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û PDK’Ê XWEDÎ HELWEST IN
Gundî diyar kir ku ew ji ber aciz in ku artêşa Tirk bi mebesta dagirkirinê hatiye herêmê û got, ‘’Ev dagirkirin ne bêyî peymana bi PDK’ê re ye. Diyar dibe ku dema Nêçîrvan Barzanî ji bo biçe Fransayê di Tirkiyê re çûbû bi MÎT’ê re rûniştiye û plana vê dagirkirinê hatiye kirin. Gundiyên me ji dagirkirinê pir aciz in, ji bo vê jî, piştî civînê 12 malbat bi helwestekê ji gund derketin. Em dixwazin ku PDK demildest dev ji vê hevkariyê biqere. Heke dev jê neqere w ême û kesên li vê herêmê dijîn ji xwe dûr bike.’’
‘PLANEKE PIR GEMARÎ YE’
Gundî diyar kir ku fermandarê herêmê yê PDK’ê kurê Loqman, Behzad e ku 1978’an dema ku li Enfalê PDK ji Rojhilatê Kurdistane vekişiyayî ji hêla rejîma Sedam ve hatibû kuştin. Gundî diyar kir PDK bi polîtîkayeke gemarî Behzad kiriye fermandarê herêmê û got, ‘’PDK bi vê, bi kurê Loqman Behzad dixwaze tevgera azadiya Kurd û Bradostiyan bîne pêşberî hev. Ev jî polîtîkayên wiha ne ku di nav de gelek planên qirêjî hene.’’
TÊ XWESTIN KU XAKURKE WERE BERTENGKIRIN
Dewleta Tirk ne ku tenê dixwaze li Geliyê Reş û Çiyayê Siro baregeheke mayin ava bike. Piştî Girê Sîro, bi dagirkirina girên bilind ên Geliyê Reş û girê Koordîne dixwaze ku Xakurkê berteng bike. Diyar bû ku piştî Girê Sîro li ser Deşta Hertê ya Sîdekayê jî planên wan hene û bi vê tê xwestin ku Xakûrkê dorpêç bikin.
BI DESTEKA ASAYIŞÊ TEQWÎYEYA HÊZÊ YA BI SER ŞELADIZÊ DE
Artêşa Tirk ji bo ku dagirkeriya xwe ya li Geliyê Reş, Gundê Bermize, Ava Hecî Beg û derdora Çiyayê Sîro mayind bike û wesayita zirxan derbas bike li ser Ava Hecî Beg pir da çêkirin û her wiha tang, panzêr û wesayitên zirxî şande baregehên leşkerî yên Şeladizê. Dema ku artêşa Tirk sewqiyat kirî jî asayişya PDK’ê bi 5 wesayitan eskortî jê re kir. Diyar bû ku artêşa Tirk duh saet 20.30’an sewqiyat kiriye.