Tîmên Bersivdayînê li Îzmîr û Mêrsînê çalakî kirin

Tîmên Bersivdayînê ya Şehîd Abdûllah Înedî (Şiyar) a li Îzmîr û Mêrsînê çalakî kirin, hişyarî da hevkar û desthilata AKP-MHP’ê.

Tîmên Bersivdayînê ya Şehîd Abdûllah Înedî (Şiyar) a di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û noker-hevkaran’ li Îzmîr û Mêrsînê çalakî kirin.

Di daxuyaniya hate dayîn de li ser çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

“13’ê Tebaxê di saetên şevê de li Kendava Gerence ya navçeya Çeşme ya Îzmîrê li dijî sîteya Îltûr a turîstî çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de beşeke mezin a sîteyê şewitiye. Ji bo vemirandinê jî dagirkeran 2 balafir, 20 helîkopter, 86 kepçe, 9 dozer û 344 personel erkdar kir. 4 hezar kes hatin veguhestin û devera turîstî tevizî.

14’ê Tebaxê saet derdorî 18:30-19:00’an li dijî enstîtuya lêkolînê ya ALATA ya girêdayî Wezareta Xwrek Çandinî û Lawirvaniyê ya li navçeya Erdemlî ya Mêrsînê çalakiyeke ya sabotajê hatiye kirin. Avahia mîna depo dihate bikaran û yerleşkerya li nava navenda lêkolînê bi temamî şewitîn û bêkêr bûn.

Em ê mîna ruhê fîşeka yekem a Cejna Vejînê ya Pêngava 15’ê Tebaxê ku li bera mêtingeriyê hate teqandin, li her derê dijmin lê ne mîna wê fîşekê rol bilîzin.”

Em ê li ser şopa ruhê Egîdan û Çiyageran bimeşin, hesab ji mêtinger, hevkar û sîxuran bixwazin. Em Egîd û Çiyagerên dema nû ne. Îro bi agirê ku hem li her derê pêdixin, tolhildanê hê zêdetir geş bikin. fîşeka 15’ê Tebaxê 1984’an hate teqandin mezin bû, bû agirek geş. Em mîrasê fîşeka yekem a 15’ê Tebaxê silav dikin. Bi coşa ku Cejna Vejînê ya bi xwe re anî, em ê li her derê agirê azadiyê geş bikin. Em rehetiyê nadin yên ku pişta xwe dane desthilatê ku bi ewle li deverên turîstî û bajaran bijîn, bi agirê ku em bikin rehetiya wan têk bidin. Em çalakî bersivdayîna faşîzma dewleta Tirk a çiyayên Kurdistanê dişewitîne ye.”