Kanûna 2016’an piştî êrîşa bmbeyî ya li Beşîktaş a Ûrfayê û Kayseriyê polîsekî ku wê demê li TEM’ê ya Rihayê kar dikir gotibû li bajêr 4 jê dozger, tîmeke SADAT’ê ya ji 40 kesî pêk tê, heye. Heman polîsî got ev tîma ku girêdayî Serokkomariya Tirk û Wezareta Navxwe ya Tirk e 2 salan gelek êşkence kirine û rêveber, endamên HDP’ê kirine hedef.
Tîma Şîrketa Şêwirmendiyê ya Parastina Navnetewî (SADAT) ku şêwirmendê ji ewlehiyê berpirs ê Erdogan, Tûxgeneral Adnan Tanriverî damezirînerê wê ye, ji hêla parêzerekî ve, ku nexwest navê xwe bide hate piştrastkirin.
BI SÊ YEKÎNEYAN DIXEBITIN
Parêzerê ku ji ber sedema ewlehiyê nexwest navê xwe bide got tîma navborî tenê ji bo êşkencekirinê nehatiye peywirdarkirin her wiha derdorên muxalîf ên herêmê, bi taybetî jî siyaseta Kurd dişopîne.
Parêzer got ev rêxistin di nav xwe de ji sê yekîneyan pêk tê, yekîneyek jê ji 15 kesan pêk tê û peywira wan jî ew e ku dema destgîrkirinê lêpirsînê dikin û lîsteya kesên ku wê werin destgîrkirin hazir dikin.
Parêzer bi domdarî got yekîneya duyê li Pirsûs, Siwerêg, Heweng, Wêranşar, Serêkaniyê, Xalfetî û Hîlwanê, li van deverên ku siyaseta Kurd lê xurt e xebatan dikin. Parêzer bi domdarî got yekîneya sêyen jî ji 10 kesan pêk tê, ev tîm jî bêhtir li ser sîxûrkirina ciwanên Kurd dixebitin.
YEKÎNE DI NAV XWE DE JI HEV VEDIQETIN
Parêzer got yekîneya êşkenceyê ya ku ji 15 kesan pêk tê di nav xwe de dibin du beş, tîma pêşî ya ku ji 8 kesan pêk tê, bêhtir dema destgîrkirinê lêpirsînê dike û tîma dî ya 7 kesan pêk tê bêhtir li ser operasyonên destgîrkirinê ne û lîsteyê hazir dikin bê ka wê kî werin destgîrkriin.
Parêzer got ev lîsteyên destgîrkrinê nadin amîrên emniyetê yan jî dozgeran û got ev lîste rasterast piştî ku dane ber wezareta navxwe û hate pejirandin operasyon dest pê dikin. Parêzer got tîm pir bi aheng dixebitin, tîma li ser operasyona destgîrkirinê lîsteyê kesên ku wê werin destgîrkrin ji tîma li nav qadê distînin.
DÛVELINGA SIYASÎ YA TÎMÊ
Li gorî parêzer yekîneya duyê ya li qadê di nav xwe de dibe du beş. Qada xebatê ya yekîneya pêşî ku ji 5 kesan pêk tê navçeyên navendî yên Rihayê Pirsûs, Serêkaniyê, Xalefetî û Wêranşar e. Li ser têkiliyên vê tîmê parêzer got, ‘’ Girêdana van Şaredarê Serêkaniyê Menderes Atîlla, birayê wî Mehmet Saît Atîlla û serekên cerdevanan in. Li navçeya Heweng jî rayedarên dewletê û endamên AKP’ê ne. Li Pirsûsê malbatên Yildiz û Şîmşek, rêxistina AKP’ê, endamên meclîsa şaredariyê ya AKP’ê destekvanên vê tîmê ne. Li Wêranşarê Lokmaz Beyaz ku karê birîn û anîna leşker û cerdevanan dike, alîkarê qeyûm Halef Kete (Endamê berê yê MHP’ê û niha endamê meclîsa şaredariyê yê AKP’ê ye), rêxistinên navçeyê yên AKP’ê, têkiliyên wan in. Karê vê tîmê ew e ku li herêmê siyaseta Kurd qels bike û zextê bike.’’
XEBATÊN KONTRA YÊN TÎMÊ
Yekîneya ji 10 kesan ya di tîma duyan de jî li Pirsûs, Serêkaniyê, Akçakale, Xalfetî û Hewengyê xebatên kontra dikin.
Parêzer got van du salên dawî li gundên van navçeyan bi sedan sîxûr hatine bicihkirin, tenê li Pirsûsê tîmeke çekdar a ji 300 kesî hatiye avakirin.
Parêzer got, ‘’Li Pirsûsê van du salên dawî bi navê cerdevaniyê çek dane 300 kesî. Ên ku çek standin bi fermî cerdevan xuya dikin, lê ev kes rasterast bi vê tîmê re dixebitin. Li her gundî yek an jî du sîxûrên wan hene. Li gundên ku sîxûrên wan nîn in jî sîxûran bi cih dikin’’
XEBATÊN SÎXÛRIYÊ
Pêkhate ji 10 kesan pêk tê û erka dawî ya vê komê xebatên sîxûriyê ne. Ev tîm, li navçeyên Wêranşar, Sêwerek, Hîlwan, Kaniya Xezalan, Serêkaniyê, Pirsûs û Xelfetî dîsa navend û taxên girêdayî wê xebatên sîxûrkirina ciwanên Kurdi dikirin.
Parêzer anî ziman ku ev tîm bi veşartina nasnameyên xwe di nava ciwanên Kurd de digerin û hê zêdetir ciwanên ku madeyên hişbir bikartînin dikin hedef.
Parêzer bibîr xist ku ev tîm hê zêdetir ciwanên ku ji sûcên endamtiya rêxistinê ketine girtîgehan û derketine dişopîne, di rewşa operasyonekê de kesên yekem bên destgîrkirin navê van ciwanan di serê lîstê de tê. Parêzer diyar kir ku ev pêkhate li Rihayê bi destpêkirina erkê re bû sedem ku 287 kesên ku piranî ciwanin bên destgîrkirin.
XEBATÊN TÎMÊ YÊN KONTRAYÊ
Parêzer da xuyakirin ku li Rihyayê revandina kesan a bi zorê ya ji aliyê vê komê ve jî tê kirin û yek ji van bûyeran di darazê de cih negirt. Parêzer bilêv kir ku 26’ê Adara 2018’an di saet 09:00’ê sibê de wesayîteke bi rengê spî û gewr pêşiya wesayîta welatiyê bi navê E.Ç girt û bi zorê li wesayîtê siwar kirine û got: “Vê rewşê hevjînê F.Ç dibîne û ji xezûrê xwe re dibêje. Diçin qereqolê gilî dikin û didin diyarkirin ku hevjînê wê hatiye revandin û dixwazin bê dîtin. Ji saet 09:00’an heta saet 18:00’an Şaxê TEM’ê jî di nav de serî li gelek cihan didin, lê ji hevjînê xwe agahiyê nagirin. Saet 18:00’ê şevê kesekî weke polîsê Şaxa TEM’ê dide naskirin agahî dide ku hevjînê wê li Şaxa TEM’ê hatiye destgîrkirin.”
Parêzer dide diyarkirin ku dema destpêkê hevjînê pirsa hevjînê xwe kirî Şaxa TEM’ê gotin ‘ne li gel me ye’ piştî 9 saetan û şûnde gotin va li gel wan e û wiha pêde çû: “E.Ç ê nêzî mehekê hate destgîrkirin û êşkenceyên giran lê hatin kirin. E.Ç ê piştî 15 rojan ên destgîrkirinê û şûnde birin pêşberî dozger û dema E.Ç diyar kir ku hatiye êşkenecekirin dozger dema dirêjkirina destgîrkirinê da û dubare şandin Şaxa TEM’ê. E.Ç ê li vir dîsa hate êşkencekirin, gefa ku bêje ‘ez hatime revandin û êşkence li min hatiye kirin’ wê malbata wî bigirin û heta kuştinê êşkence bikin. E.Ç ê li gorî daxwaza polîsan îfade da, piştî destgîrkirina 30 rojî û şûnde birin pêşberî dadgehê û bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin û şandin girtîgehê.”
DI ÎDANAMEYÊ DE BEHSA REVANDINÊ NAYÊ KIRIN
Li gorî parêzer revandina E.Ç di îdanameyê de cih negirtiye. E.Ç di saetên şevê de saet derdorî 18:00’an li pêşiya cihê kar hatiye destgîrkirin hatibû tomarkirin. Îfadeya E.Ç a li dadgehê dayî û giliyê malbatê yê ku kirî ji xwe îdaname vala derxistibû. Parêzer îfadeya E.Ç a li dadgehê dayî wiha rêz kir: “Saet derdorî 09:00’an li ber derê malê hatibûm destgîrkirin. Dema ez li wesayîtê siwar kirim, kîs xistin serê min. Dema nefesa min teng dibû kîs derdixistin. Ez ji Rihayê me rê dizanim. Dema ez li wesayîtê swar kirim ber bi taxa Akabe ya girêdayî Eyubiyê ve birim. Li aliyê jêr min postala leşker didît. Li aliyê din şaxên darên çam dihatin dîtin. Piştre 3-4 merdîwenan birim jêr. Piştî min ber bi rast û çep ve bibin di deriyekê re ketim hundir. Piştre kîs ji serê min kirin û bi paç çavê min girêda û min êdî tiştek nedît. Li vir hatim tazîkirin û êşkencekirin. Piştî 9 saetan şûnde ez bibim Şaxê TEM’ê.”
‘BI DEHAN WELATIYÊN SÛRIYEYÎ HATIN WINDAKIRIN’
Parêzer destnîşan kir ku ev pêkhate xwedî girêdanên hê kûrtirin û ev agahî da: “Min bi xwe dît ku ev pêkhate bê çiqasî kûr e. Yên tên gotin tenê yên li ber çavan tên dîtin in. Aliyê wê yên nayê dîtin jî hene. Di nava 2 salan de min îmzeya xwe li binê sedan êşkenceyan daye. Bi taybet li bajarê Bakurê Sûriyeyê bi dehan kesên dianin aqûbeta wan nediyar in û piraniya van hatine windakirin.”