Tifaqa Ked û Azadiyê wê ‘Nexşerêyê’ bi girseyî aşkere bike

Tifaqa Ked û Azadiyê, wê Nexşerêya xwe herî kêm bi tevlêbûna 10 hezar kesan 24’ê Îlonê aşkere bike.

Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û Partiya Tevgera Kedkar (EHP) ên bi banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hatin bal hev û Tifaqa Ked û Azadiyê ava kirin, wê Nexşerêya xwe 24’ê Îlonê li navçeya Beyoglû ya Stenbolê li navenda Kongreyê ya Halîçê bi deklarasyonekê aşkere bikin. Bernameya aşkerekirina vê nexşerêya wek Meşa Demokrasiyê ya Mezin tê pênasekirin wê seet di 15,30’an de dest pê bike. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û serokên giştî yên partiyên din û berdevkên partiyan, endamên Desteya Rêvebir a Navendî û endamên Meclisa Partiya jî tev lê bibin.

Partiyên Tifaqê, 10 roj in serdana rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr dikin û wan vedixwînin bernameyê. Hat diyarkirin ku heta bi niha hezar vexwendname hatine dayîn.

Vexwendname ji dayikên aştiyê, rêxistinên jin, ekolojî, mafên û karkerên li dijî xespê li ber xwe didin, hatin şandin. Hat zanîn ku serdana nêzîkê 300 rojnamevan, hiqûqzan û rûspiyan hatiye kirin.

Mafparêz, nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend jî di nav de ji bo tevlêbûna bernameyê ji 40 endamên Desteya Şêwirmendiyê re vexwendname hatin şandin. Endamên Desteyê yên tê payîn ku tev li bernameyê bibin ev in: Ahmet Tellî, Ahmet Turk, Akin Bîrdal, Alî Alfatli, Alî Bayramoğlu, Ayşe Erzen, Ayşegul Devecîoğlu, Bulent Kuçuk, Celîl Kaya, Cîhan Sîncar, Erdoğan Aydin, Fatma Gok, Ferda Koç, Gençay Gursoy, Halîl Aksoy, Hamît Geylanî, Hasan Cemal, Kenan Kalyon, Kerem Firtina, Levent Koker, Mahmut Demîralp, Mehmet Altan, Meral Camcı, Mustafa Kemal Coşkun, Mûzaffer Kaya, Nacî Kutlay, Nîzamettin Togûç, Nûrettîn Sozmez, Nûrten Ertûgrûl, Onûr Hamzaoglû, Ozgur Muftuoglû, Riza Turmen, Several Ballikaya, Sevîlay Çelenk, Seyfî Ongîder, Sirri Sakik, Sirri Sureyya Onder, Sureyya Karacabey, Şebnem Ogûz, Tarik Ziya Ekîncî, Velî Buyukşahîn, Yavûz Onen, Zerrîn Şahîn Kûrtoglû.

Partiyên Tifaqê li hemû navçeyên rêxistinkirî ne ji bo aşkerekirina nexşerêyê broşuran belav dikin.

Wê ji navçeyên ku hêzên tifaqê rêxistinkirî ne, bi dehan otobusan bişînin navenda kongreyê.