Koordînasyonên Komalen Ciwan (KC) û Komalên Jinên Ciwan (KJC) daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku hewl tê dayin, pêkanîneke din a darbeye û sîstema Rewşa Awarte ya tifaqa AKP/MHP'ê bi cih were anîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi biryarnameya li ser lixwekirina kincê ji yekrengî re careke din têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kirine hedef û dixwazin derbê lê bixin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta terorê ya AKP'ê ya xwînxwar, bi rengekî ne hiqûqî û ne exlaqî, lixwekirina kincê ji yekrengî li ser girtiyan ferz dike. Diz, kesên destavêtin û destdirêjiyê dikin, bi taybetî jî polîs û leşkerên kujer ên dijminê gel mîna ku li otelên deh stêrkî ne, li girtîgehên vekirî tên bicihkirin. Lê her roj rêbazeke nû ya êşkenceyê li ser girtiyên siyasî tê ferzkirin.
Dewleta çete ya AKP/MHP'ê zîhniyeta xwe ya faşîst didomîne ku her roj bajarên Kurdistanê xera dike, dişewitîne, bombe dike, jin û zarokan dikuje. Rewşa xwe ya têkçûyî û bêçaretiya xwe her tim li ser girtiyan û mirovên bindest îspat dike. Divê were zanîn ku hemû girtiyên ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP/MHP'ê ve dîl hatine girtin şoreşger in û mirovên bi şeref in ku azadiya wan li nava çar dîwaran nayê astengkirin."
Koordînasyonan diyar kirin ku kincê ji yekrengî, kincê li zîhniyeta faşîzan a yek ol, yek dewlet, yek al û yek ziman e û gotin, "Hemû hevrêyên me yên bi daxwaza azadiyê li zindanan li ber xwe didin, girîng e sebr, tempo û ruhê berxwedanê yê rêberê azadiyê Rêber Apo ji xwe re esas bigirin. Em bang dikin ku li ser vê bingehê helwestek mîna berxwedana Rêber Apo bê nîşandan.
Pêwîste girtiyên azadiyê, hevrêyên Rêber Apo her cihê lê ne veguherînin keleha berxwedanê û zincîrên zingargirtî yên faşîzmê bi rûmet û îradeya xw eparçe bikin.
Bi navê Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan bang li hemû jinên ciwan, ciwanan, hêzên çep-sosyalîst, demokrat, şoreşger û welatparêz hate kirin ku bi ruhê şoreşgerî tevlî pêngava SERÎ HILDE bibin û pêşî li vê polîtîkayê bigirin.