Komîsyona Lêkolînê ya Darbeyan ya Federasyona Şoreşgerên 78’an derbarê 12’ê îlonê de rapora ku amade kiribû pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirin. Di raporê de hat diyar kirin ku, AKP ya ku îdia dike ku 12’ê îlonê didarizîne îradeya siyasî nîşan dane û hat gotin dixwazin welat bi qanûnên 12’ê îlonê bi rêve bibe û di serî de pirsgirêka Kurd ji bo çareseriya pirsgirêkan daxwaz cih girtin.
Di beşa kaqilê ya raporê de tê destnîşan kirin ku bi referanduma 12’ê îlona 2010’an 15’emîn Xala derbasdar ya Makeqanûnê ya ku dê darbekar bihatana darizandin hat rakirin. Her wiha tê diyar kirin ku ji bo darizandina darbekaran hemû aliyê civakê erênî dinêrin û wiha hat gotin: “Doza 12’ê îlonê didome. ev dereng be jî pêngaveke girînge. AKP di vê mijarê de îradeya siyasî nîşan nade. Hemû encamên 12’ê îlonê bi giştî ji holê ranekiriye û bi qanûnên 12’ê îlonê hewl dide welat bi rêve bibe û ji bo ku unvana darbekaran ji dest wan bigirin pêngaveke hêsan jî neavêtine.”
Di raporê de wiha hat gotin: “Divê ev neyê ji bîrkirin ku ji 12’ê îlonê heta niha encamên rejîma darbekar didomin û ji bo ev encamên wê ji holê bê kirin, demokratîkbûn hewcedariyeke ku nayê paşve xistine û demokratîkbûn bi destê dadgehan pêk nayên. Em bang li meclisê dikin ku peywira xwe bînin cih.” Her wiha di raporê de derbarê sererastkirinên ku divê demildest bên kirin de jî daxwaz hatin bi cih kirin.
Rapor ji 3 beşan pêk dihat. Di beşa yekemîn ya raporê de tê diyar kirin ku ji bo rejîma darbekar ji holê rabe meclis îradeya siyasî nîşan nade û got divê mecli îradeya siyasî nîşan bide.
Beşa duyemîn ya raporê jî bi ser navê ‘sererastkirinên telafiyê’ hat amade kirin û hate diyr kirin ku kesên di dema cuntayê de li welat jiyane, hatine darizandin, binçavkirin, wendakirin, darvekirin, rastî îşkenceyê hatine, rastî pêkûtiyan hatine, divê li ser navê dewletê ji wan lêborîn bên xwestin û bi hevkariya kanalên fermî û gayrî fermî ji rayagiştî re bê îlankirin.
Di beşa 3’emîn a raporê de jî di bin sernavên ‘Demokratîkbûn’ de di warê çareseriya pirsgirêkan de daxwaz cih digirin.