THKP-C/MLSPB: Em ê kincên yek-reng biqetînin!’
THKP-C/MLSPB’ê diyar kir ku ew ê kincên yek-reng biqetînin û got, ‘divê em berxwedanê bînin kuçeyan’.
THKP-C/MLSPB’ê diyar kir ku ew ê kincên yek-reng biqetînin û got, ‘divê em berxwedanê bînin kuçeyan’.
HKP-C/MLSPB li ser polîtîkaya ‘kincên yek-reng’ ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze li girtîgehan ferz bike daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ev polîtîka di dema darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de ji hêla şoreşgeran ve hatiye şikandin, kincên yek-reng êrîşeke herî berfireh a li ser girtiyan e û armanc dike ku ji hêla polîtîk ve girtiyan tine bike.
WÊ NE WIHA HÊSAN BE
Di daxuyaniyê de hate gotin tevgera şoreşger xwedî rêçeke berxwedan û têkoşînê ya xurt e û têkbirina têkoşîna li girtîgehan a bi sedan şehîdan pêk hatî ji bo nûnerên olîgarşiyê wê ne wiha hêsan be, vîna şoreşger wê radestî van polîtîkayên faşîst ên bi mebesta radestgirtinê nebe û li zindanên tarî jî hebûna xwe biparêzer.
BANG
THKP-C /MLSPB li dawiya daxuyaniyê bang kir û got, ‘’Ji bo ku em berxwedaniya girtiyên şoreşger ên li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê ji wê rewşa ku faşîzm dixwaze derxînin, ango weke tiştekî ku tenê li girtîgehan dibe derxînin, divê em li dijî êrîşkaran derkevin û ji bo ku vê tecrîdê bişkînin divê em berxwedanê bînin kuçeyan.’’