'Tezkere bê qebûlkirin jî em ê nedin pêkanîn'

'Tezkere bê qebûlkirin jî em ê nedin pêkanîn'

Di saetên ku li Meclîsê tezkere dihat destgirtin, di pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB û Odeya Tabîbên Stenbolê de li Mecîdiyekoy li ber navenda Kirînûfirotinê ya Cevahîr bi sedan kesên hatin cem hev ji tezkereyê re gotin 'na'. Girseyê got ku eger tezkere bê qebûlkirin jî wê nedin pêkanîn.

Bi banga DÎSK, KESK, TMMOB û TTB ku li çar aliyên welêt tezkereya şer hat şermezarkirin, adresa li Stenbolê jî pêşiya Kirînûfirotinê ya Cevahîr a Mecîdiyekoy bû. Bi sedan kesên li ber Cevahîr kom bûn, gotin ku wê rê nedin tezkereya dagirkeriyê ya AKP’ê. Ji ber pêşiya girseya ber bi avahiya AKP’ê ya Şîşlî dimeşiya bi TOMA û polîsan hat birîn daxuyanî di bin pira Mecîdiyekoy de hat dayîn. Li ser navê DÎSK’ê Onder Atay ku axivî got ku ji ji tezkereya ji gel veşartî tê destgirtin re bêjin 'na' kom bûne û partiyên tezkereyê erê bikin wê rojekê hesab bidin gel.

Piştî Onder Atay li ser navê Odeya Tabîbên Stenbolê Încîlay Erdogan axivî. Erdogan got ku wek doktoran ji tezkereya ku wê Rojhilata Navîn bixe nav xwînê re dibêjin 'na'. Erdogan bi silavkirina jinên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ şer dikin axaftina xwe bi dawî kir.

Li ser navê TMMOB ÎKK jî Suleyman Solmaz ji hikûmetê re got, “Êdî dema we qediya. Hûn ê zêdetir nikaribin vî welatî bişelihînin. Tezkereya we ya şer di meclîsê de bê erêkirin jî em ê wek kedkaran nedin pêkanîn.”

Daxuyaniya hevpar jî berdevkê demê yê Platforma Şaxên KESK’ê Hidir Aslan xwend.

Aslan bi bîr xist ku DAIŞ, sembola hovîtiya ku di serî de DYA hêzên herêmî û navneteweyî ava kirine. Aslan got ku gel bi DAIŞ re ku bi hemû hêza xwe şer dike hikûmeta AKP’ê ya ketiye derdê Osmaniya nû û li pey tezkereyeke ku şer sor dike ketiye. Aslan diyar kir ku wek DÎSK, KESK, TMMOB, TTB  li hember tezkereya ku wê destûra şerê li Iraq û Sûriyeyê bide hikûmeta AKP’ê ne.