Tevgera Azadî sersaxî li malbatên şehîdên Rojava û QSD’ê da

Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî bi peyamekê sersaxî da malbatên şervanên ku di qezaya helîkopterê de şehîd bûbûn.

Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevger Azadî) bi peyamekê sersaxî li malbatên şervanên ku 15’ê Adarê li herêma Amêdiyê di encama ketina helîkopterê de şehîd bûbûn, dan.

Desteya Tevgera Azadî di serî de sersaxî li malbatên Yekîneyên Antî Terorê, Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel, Hêzên Sûriye ya Demokratîk û tevahî gelê Rojava da.

Di dewama peyamê de ev hate gotin: “Di demekê de ku hê metirsiya DAÎŞ’ê li ser Rojava, Başûrê Kurdistan û Iraqê dewam dike, komeke şervan û fermandarê Yekîneyên Antî Terorê ku ji bo erka xwe ya gihandin agahî û hevkariya di navbera hêzên hevpeymanî de ya li dijî DAÎŞ’ê şehîd bûn, ji bo gelê Kurd û civaka navneteweyî xisareke mezin e.

Bi rêya vê peyama sersaxiyê daxwaz ji gelê Kurd dikin yekîtiya netewî pêk bînin, refên parastin û berxwedanê bikin yek li dijî dagirkerî û terorîstan.”