Tevgera 12 Adarê 15'ê Sibatê şermezar kir
Tevgera 12 Adarê 15'ê Sibatê şermezar kir
Tevgera 12 Adarê 15'ê Sibatê şermezar kir
Tevgera 12 Adarê bi armanca şermezar kirna 15'ê sibatê daxuyaniyeke niviskî weşand û komploya di kesayeta rêberê gelê kurd Ocelan û gelê kurd hîn dewam dike.
Komîteya rêveber a Tevgera 12 Adarê bi armanca şermezar kirna 15'ê sibatê daxuyaniyeke niviskî weşand. Daxuyaniyê dazanîn ku hêzên ku dixwestin gelê kurd û rêberê wî Ocalan ji hev qutbike bi serneket û got: ''Bi salane komplo li dijî rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan pêkhatiye, lê hêviyên komplogeran yên ku dixwestin gelê kurd û rêbertiya wî ji hev qutbikin, biser neketin. Karkirin ku hêza kurdan belv bikin lê carde biser neketin.''
Komîteya rêveber a Tevgera 12 Adarê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelek gelê kurd ji fikir û felsefeya Ocalan dûr nakeve û wiha got:
''Di dema ku rojavayê Kurdistanê û Sûryê di rewşeke hesasre derbas dibe, pêdiviya gelê me heye ku li ser fikrê rêberê gelê kurd Ocalan û perspektîfên ku dide xwe bi sîstema xweseriya demokratîk ji bo rojavayê Kurdistanê bi rêxistin bike. Komployê 14 sal li pey xwe hiştin, lê hîn xelekên komployê dewam dikin û hewldanên ku gelê kurd ji mafên rewa bêpar bimîne. tevî ku bi salane li ser komployê buhirên, lê hêviyên komplogeran ji qutkirina gelê kurd û dûrxistina wî ji rêbertiya wî biserneketiye.
Gelê kurd li her çar perçeyên Kurdustanê bêtir bi Ocalan ve hate girêdan, bi salane rêber Ocalan tevî tecrîda giran di sîstema Îmraliyê de jî, berxwedanake bê hempa di nava şert û mercên dijwar de dewam dike û ji bo xelas kirina gelê herêmê li çareseriyê digere."
Komîteya rêveber a Tevgera 12 Adarê dazanîn ku Ocalan bi fikrê xwe karîbû dîwarê zulm û zordestiyê li sre gelê rojhilatanavîn eşkere bike û bala vê mijarê kişand:
''Rêber Ocalan dikarîbû dîwarên zulim û zordariyê li ser gelê rojhilata navîn eşkere bike, bi ramanê xwe konfedrsyona demukratîk pêşkêş kir. Em di tevgera 12 adarê salvegera komploya 15'ê sibatê şermezar dikin, em azadiya rêberê gelê Kurd Ocalan dixwazin. Di vê rewşa hesas de ku rojavayê Kurdistanê û Suryê jiyan dike, çareseriya herî durist ewe ku ramanên rêber Ocalan a ku di çarçeva xweseriya demkratîk de bi cî dibe."