Testa biratiyê’ li birayê Lezgîn Botan

Ji birayê Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Lezgîn Botan, ku bang lê kiribûn ku were emniyetê pirsîn, ‘’Şahidê veşarî dibêje tu birayê Lezgîn Botan î, ev rast e?’’

Li Wanê beriya bi du heftiyan derbarê 150 endamên KESK’ê bi henceta îfadeya ‘şahidê veşartî’ bang li wan kirin ku biçin Midûrîyeta Emniyetê û îfadeyê bidin.

Ji kendkaran re hate gotin,, ‘’Şahidê veşartî di îfadeya xwe de dibêje, di wesayita serwîsê de we stranên Kurdî gotine ‘’di civatên xwe de we propagandaya rêxistinê kirine’. Yek ji kesê ku hatî binçavkirin jî endamê SES’ê Ferzende Bozkurt bû. Ji Bozkurt jî pirsîn, ‘’şahidê veşartî dibêje tu birayê Lezgîn Botan e, ev rast e?’’ Botan ê HDP’yî jî got, ‘’Ji bo ku vê hîn bibin pêdivî bi şahidî veşartî nîn e, bila li qeydan binerin  an jî ji min pirs bikirana.’’

WAN WEKE BAJARÊ PÎLOT HILBIJARTINE

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan diyar kir ku Wan ji bo polîtîkayên zextê weke bajarê pîlot hatiye hilbijartin û got, ‘’Saziyên Civaka Sivîl, komele hatin girtin lê li dijî endamên wan diyar e planeke organîze ya bi mebesta pirnisandina wan heye. Şahidê veşartî di vê planê de bi kar tînin. Yek ji hinceta ku ji îstîsmarê re vekirî jî ew e ku nûnerên saziyên civaka sivîl, rêveber bi giştî têne binçavkirin. Bi komî bang li wan dikin ku îfadeyê bidin, îdîa dikin ku propaganda kirin. Ev tiştên pir taloke ne.’’

CIVAKA SIVÎL DIKUJIN

Botan got li Wanê li dijî odeyên pîşeyan meyleke cuda dane destpêkirin û got, ‘’Dixwazin giyanê civaka sivîl bikujin. Birayê min jî birine û jê re gotina şahidê veşartî, ‘ev kes birayê Lezgîn Botan’  û bang li birayê min kirine. Her kes ji xwe re karek derxistiye. Ên ku dixwazin di kar de bi pêş ve biçin li ser wan didin. Çima ev veşartin? Tişta ku jê re şahidê veşartî dibêjin dikare ber bi her deverê ve biçe. Li vir armanc ew e ku van saziyan krîmînalîze bikin, bi qeyîmkirina împaratoriya tirsê dixwazin civakê radest bigirin. Niha li burokrasiyê, li saziyên cameweriyê şantaj û kemîn têne danîn, kozên girîng weke şahidên veşartî têne bikaranîn. Serê vê vekiriye, ev rewş dikare li her kesî bixe.’’

XEBATÊN SENDÎKAYÊ SÛCE

Botan diyar kir ku KESK  ev 30 sal e têkoşîna ked û demokrasiyê dide, ji hêla Şewra Dewletê ve hatiye pejirandin, aîdayên wê ji hêla dewletê ve tê dayin û got, ‘Heke tê gotin ku ev sendîka bi ‘rêxistinên terorê re têkildar e’ naxwe fînansor dewlet bi xwe ye. Bi gotineke şahidê veşartî kedkar têne krîmînalîze kirin. Xebatên sendikayî ne sûc in. Sazî hene ku bi BHQ’ya hatine girtin. Ji bo KESK’ê tiştekî wiha nîn e. Em vê hednezaniyê şermezar dikin.’’

SÛC E KU BIRAYÊ MIN BE?

Botan got ‘ma sûc e ku birayê min be?’ û wiha domadn, ‘’burokrasiya ewlehiyê ku dixwaze xwe bixe çav de weke ku ketine pêşbaziyê. Ji alîkarê waliyan bigirin ta bi qeymeqaman, midûrên emniyetê ketine pêşbaziyeke wiha ku bikevin çav desthilatdariyê.’’