Tespîta 'Kampanya NA, karê PKK'ê bû' kete rojeva meclîsa federal

Di rapora 2017'an a îstîxbarata Elman de tespîta: "Kampanya Na ya li Ewropayê ku di dema referandûma 16'ê Nîsanê de hate kirin, ji aliyê PKK'ê ve hate organîzekirin" hatibû kirin. Ev tespît kete rojeva Meclîsa Federal.

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, rapora xwe ya sala 2017'an roja Sêşemê eşkere kiribû. Rapor di civîna çapemeniyê de ji aliyê Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn Hans-Georg Maassen û Wezîrê Karên Hundir Horst Seehefer ve hatibû eşkerekirin. Di raporê de li ser sazî û organîzasyonên li Elmanyayê têne şopandin ve agahî hatibûn dayin.

Rapora sala 2017'an ji 359 rûpelan pêk hat, nêzî 30 rûpel ji têkoşîna azadiyê ya Kurd re hatibûn veteqandin û saziyên Kurdan hatibûn krîmînalîzekirin. Di raporê de çalakiyên Kurdan ên sala 2017'an hatin bibîrxistin û Kampanya 'NA' ya ku di dema referandûma destûra bingehîn a Tirkiyeyê de li Ewropayê hate organîzekirin, weke karê PKK'ê hatibû nîşandan.

Partiya Çep (Dîe Lînke) ku yek ji partiyên mûxalefeta bingehîn ên li Meclîsa Federal e, rapor xist rojeva Meclîsa Federal. Pêşnûme pirsa bi pêşengiya parlamenter Ûlla Jelpke ve hate amadekirin û bi navê Koma Partiya Çep ve hate pêşkêşkirin. Di pêşnûme pirsê de ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Merkel tê pirsîn bê li ser tespîta 'Kampanya NA' ya di rapora îstîxbaratê de hatiye kirin, çi difikire.

Di pêşnûme pirsê de hate ragihandin ku kampanya 'NA' ne tenê ji aliyê HDP û Kurdan ve hatiye meşandin, CHP jî di nav de li Tirkiyeyê ji aliyê gelek partiyan ve hatiye meşandin û li Elmanyayê jî SPD, Partiyên Kesk û Çep piştgirî dane kampanyayê.

'BILA HIKUMET AGAHIYÊN LI BER DESTÊ XWE EŞKERE BIKE'

Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku yek ji armancên rejîma Erdogan e ku 'Kampanya NA' bi temamî bike malê PKK'ê û daxwaza bersiva van pirsan ji hikumeta Merkel hate kirin:

- Hikumeta federal bi çi rengî gihîşt vê tespît bû baweriyê: "Platforma NA ya li Ewropayê bi giranî ji aktîvîstên PKK'yî pêk tê û ji aliyê organîzasyonên nêzî PKK'ê ve hatiye birêvebirin."

- Li gorî hikumeta federal, kîjan hêz, kes û partî tevlî kampanya NA ya li dijî sîstema serokatiyê ya li Tirkiyeyê bûn? Li gorî hikumeta federal kîjan ji van nêzî PKK'ê ne, kîjan dûrî PKK'ê ne?

- Em dixwazin bi berfirehî bê eşkerekirin bê kîjan hêz tevlî Platforma NA ya li Ewropayê bûne. Kîjan ji van nêzî PKK'ê ne û li gorî îdîaya hatiye kirin, PKK çiqasî li ser vê platformê bi bandor e?

- Li gorî hikumeta federal, kîjan hêzên xwecihî tevlî vê platformê bûn û bi PKK'ê re xwedî têkiliyeke çawa ne?

- Haya hikumeta federal jê heye bê di çarçoveya Kampanya NA de kîjan çalakî hatine lidarxistin? Kîjan hêz tevlî van çalakiyan bûn. Sembol û dirûşmên PKK'ê di van çalakiyan de hatin bikaranîn?

- Di raporê de ev tespît çawa hate kirin: "PKK'ê referandûma li ser guhertina destûra bingehîn a ji bo sîstema serokatiyê ya li Tirkiyeyê qebûl nekir. Ji ber ku jê hebû ku bi hatina vê sîstemê re wê operasyonên leşkerî yên li dijî wê zêde bibin." Ev nirxandin li gorî agahiyên ji kîjan jêderan hatiye kirin? Hikumeta federal pê zane bê sedemên PKK'ê yên ji bo redkirina sîstema serokatiyê çi ne? Eger bersiv 'erê' be, wê çaxê ev sedem çi ne?