Terora polîsan: 6 parêzer birîndar bûn, 5 hatin binçavkirin
Terora polîsan: 6 parêzer birîndar bûn, 5 hatin binçavkirin
Terora polîsan: 6 parêzer birîndar bûn, 5 hatin binçavkirin
Polîsan di nava edliyeyê de êrîşî parêzerên endamên OHD û ÇHD'ê yê bi armanca piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe li Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan û ji bo hempişeyên xwe îtîrazê bikin kir. Polîsan li salona edliyeyê gaza îsotê bikar anî. Di êrîşê de 6 parêzer birîndar bûn û 5 parêzer jî hatin kelepçekirin û hatin binçavkirin.
Parêzerê endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ji bo 42 parêzerên girtî li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de sloganên "Parêzerên şoreşger rûmet me ne" hatin qîrkirin. Li ser navê parêzeran Endama MYK'ê ya ÇHD'ê Zeycan Balci Şîmşek daxuyanî xwend û wiha got: "Terora dewletê ya parêzerên şoreşger hedef digire li cîhanê û Tirkiyeyê nû nîne. Kesên desthilatdar her tim ji bo dengê kesên bindest bidin qut bikin ji xwe re weke peywir dîtin û dizanîn."
‘HIKUMETA AKP’Ê DIXWAZE DENGÊ MUXALÎFAN QUT BIKE’
Şîmşek diyar kir ku, li Tirkiyeyê bi dehan parêzar hatin qetilkirin û gelek ji îşkenceyan re derbaz bûn. Şîmşek anî ziman ku, bi operasyonên bi navê "KCK'ê" 33 parêzerên Kurd bi awayekî neheq hatin girtin û vê pêvajoyê bi operasyona ÇHD'ê berdewam kir û wiha axivî: "Her du pêvajoyê hev û du temem dikin û hikûmata AKP'ê dixwaze dengê muxalîfan qut bike. Weke çend rojê berê jî Burhan Kuzu yê AKP'î îtîrafa AKP'ê kolan kontrol nekirin kir. Ji ber vê yekê parêzerên têkoşîn kirin hedef hatin girtin."
Piştî daxuyaniyê parêzer ji bo îtîraza girtina hempîşeyên xwe bikin çûn avahiya edliyeyê û rastî benda polîsan hatin. Parêzeran bertek nîşan polîsan dan û anîn ziman ku, ew yek zagonî nîne û dixwazin daxwaznameyan bidin dozgeriyê. Ligel vê yekê polîsan bend ranekirin û bi jop û gaza îsotê mudaxele li parêzeran kir. Di dema mudaxeleyê de parêzeran sloganên "Parêzerên şoreşger rûmeta me ne", "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe", "Bila parêzerên hatin girtin serbest bên berdan" û "Polîs derkeve derve" qîriyan.
Di encama mudaxeleya polîsan de ji parêzeran Ramazan Demîr, Tarkan Ozdemîr, Evrîm Denîz Karatana, Aycan Çîçek, Tamer Dogan û Şule Recepoglu birîndarbûn û rakirin nexweşxaneyê. Ji parêzeran Muhîttîn Koyluoglu, Halîl Kocabaş, Erman Ozturk, Arman Yilmaz û Ozgur Esen jî hatin kelepçekirin û hatin binçavkirin. Parêzerên hatin binçavkirin di wesayîta hêzên çevîk de li benda hatin dozgeriyê tên girtin û parêzerên din jî li ber edliyeyê ne.