Terora dewleta Tirk li Trondheimê hate şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarê Trondheim ê Norwêcê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarê Trondheim ê Norwêcê hatin şermezarkirin.
Tevî Kurdistaniyan gelek Norwêcî jî tevlî çalakiyê bûn û peyama "Efrîn nakeve" hate dayin.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, li bajarê Trondheim ê Norwêcê bi çalakiyeke girseyî hatin şermezarkirin.
Nûnerên Partiya Sor a Norwêcê, Partiya Keskan û Platforma Piştgiriya bi Kurdistanê re li çalakiyê axivîn. Di çalakiyê de dirûşmên "Na ji dagirkeriyê re", "Kobanê neket, Efrîn jî nakeve", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn.