Terora dewleta Tirk a li Efrînê li Ewropayê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, li gel demokrat û sosyalîstan bi banga TJK-E û KCDK-E daketin qadan û komkujiya ku dewleta Tirk vê êvarê li Efrînê kir, şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn tevî dostên xwe, demokrat û sosyalîstan, ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dike, daketin qadan.

Li bajarên Basel, Zurîch û Bernê yên Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan li ber HBF li hev civiyan û çalakî li dar xistin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî çalakiya şermezarkirinê li ber avahiya parlamentê pêk hat.

Kurdistaniyên li paytexta Belçîka Brukselê dijîn tevî dostên xwe, sosyalîst û demokratan li Place de la Boûrse çalakî li dar xistin.

Cihê çalakiya li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî pêşiya vahiya parlamentê bû.

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê li ber stasyona trenê çalakî hate lidarxistin. Li paytext Parîsê jî çalakî li ber avahiya parlamentê hate organîzekirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Hollanda Amsterdamê dijîn, li balafirgehê çalakî pêk anîn.

Li paytexta Elmanya Berlînê li Alexanderplatzê, li bajarê Frankfûrtê li ber HBF, li Gîessenê li ber avahiya şaredariyê, li Hannoverê li ber HBF û li Hambûrgê çalakî hatin lidarxistin.

Li paytexta Îngilîstan Londonê jî Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya parlamentê li hev civiyan û qirkirina ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê tê kirin şermezar kirin.