Temellî: Tecrîd ji Îmraliyê li hemû welat belav bû

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku AKP’ê ji Îmraliyê dest pê kiriye û hemû welat xistiye bin tecrîdê.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di civîna komê ya partiya xwe de axivî.

Temellî bi silavkirina hevşaredaran dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ew qeyyûm qebûl nakin. Temellî got ku “Em li edalet û demokrasiyê digerin. Em ê bi hev re bi ser bikevin, di destê Erdogan de bi tenê şîddet maye. Ev desthilatdarî siyasetê ava nake û bi tenê şîddetê hildiberîne. Ev desthilatdarî ji dêvila ku encamên hilbijartina di 31’ê Adarê de binirxîne, ji bo zêdekirina faşîzmê gavan diavêje. Di 19’ê Tebaxê de darbeyeke siyasî kir. Ev desthilatdarî tehamula wê ji sindoqan re nemaye. Dixwaze êşa têkçûna hilbijartina Stenbolê ji partiya me bistîne.

Vê rejîma qeyyûm faşîzm e. Ji ber vê jî em bang li hemû civakê dikin. Qeyyûm li ser hemû Tirkiyeyê hatiye peywirdarkirin. Me bi belgeyan diyar kir ku qeyyûm diz û talanê dikin. Lê tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Li her dera Tirkiyeyê heta ku hevalên me vegerin ser karê xwe, em ê têbikoşin û berxwedana xwe geş bikin. Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e, em ê tu carî dev jê bernedin.”

‘TECRÎD JI ÎMRALIYÊ LI HEMÛ WELAT BELAV BÛ’

Temellî diyar kir ku hiqûqa rejîma qeyyûm, hiqûqa tecrîdê ye û got ku “21 sal in li vî welatî tecrîd heye. Êdî mirov nikare qala dewleta hiqûqê bike. Hiqûqa tecrîdê, pergala hiqûqê rizand. Hiqûqa tecrîdê ne bi tenê li ser rêzdar Ocalan e. Heta ku ev tecrîd bidome, em nikarin li Tirkiyeyê li ser navê edaletê tiştekî bikin. Me rêya çareserî û edaletê nîşan da. Me mûxatabê vî tiştî nîşan da.

Piştî grevên birçîbûnê bi Îmraliyê re hinek hevdîtin hate destpêkirin. Ji Îmraliyê peyam hat. Aştî hat. Got ‘Di nava hefteyekê de dikarim çareser bikim’ Kesên ku ev îrade qebûl nekirin, hefteyek şûnde qeyyûm peywirdar kirin. Bersiva wan qeyyûm e. Ji ber vê jî divê tecrîd bi dawî bibe. Di siyaseta demokratîk de li ser navê aştiyê çi pêk were divê em piştgiriya wê bikin.”