Temellî li Strasbourgê civîna gel pêk anî

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî ku ji bo hin hevdîtinan li bajarê Strasbourg ê Fransayê ye bi Kurdistaniyan re civiya.

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî ku ji bo hin hevdîtinan li saziyên Ewropayê pêk bîne li Strasbourgê ye, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel pêk anî.

Temellî bal kişand ser hevdîtinên HDP'ê yên li Başûrê Kurdistanê û anî ziman, partiyên ku wan hevdîtin bi wan re kirin anîn ziman ku ji bo bidawîbûna şer divê pêvajoya çareseriya demokratîk dest pê bike.

Temellî destnîşan kir, ji bo bidawîbûna şer divê partiyên Kurd tavilê li hev kom bibin û Kongreya Neteweyî pêk bînin û got, wan ev yek bi partiyên li Başûrê Kurdistanê re nirxandine, lê belê ji bo pêkhatina  Yekîtiya Neteweyî şert û merc nedîtine.

Hevserokê HDP'ê ragihand ku sedema bingehîn a şerê heyî pirsgirêka Kurd e û pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê ye.

Temellî û heyeta pê re wê îro li Parlamenta Ewropayê bi komên siyasî û Koma Dostaniya bi Kurdan re hevdîtinan bikin.