Temellî: Li dijî zordariya AKP-MHP'ê divê em dengê xwe bilind bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got li dijî AKP-MHP'ê aştîxwaz û demokrasîxwaz divê dengê xwe rakin. Temellî diyar kir AKP ji bo ku zordariya xwe rewa bike serî li şer dide.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got li dijî AKP-MHP'ê aştîxwaz û demokrasîxwaz divê dengê xwe rakin. Temellî diyar kir AKP ji bo ku zordariya xwe rewa bike serî li şer dide.
Ji hêla Komîsya Rêveberiya Xwecih a HDP'ê ve bi navê ''Di Şertên Krîzê de Lêgerînên Demokrasiya Xwecih: Komxebata Ceribandinên Ketin Ser hev û Derfetên Siyaseta Nû'' tê kirin.
Di Komxebatê de, ya ku ji çapemeniyê re girtî bû Hevserok Temelî axivî û got, 'Di rêveberiya xwecih de hatine me ya ser desthiarê, di rêveberiya xwecih de avakirina hişmendiya me ya demokrasiyê, di vê rewşê de ku Tirkiye ketiye nav gerînekê hêviyeke mezin e.''
'DILXWAZÊN DEMOKRASIYÊ DIVÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Temellî bi gotina, ''Piştî hevdîtina Erdogan-Bahçelî li dijî tifaqa demokrasiyê xuya dike ku Tifaqa Cumhur wê di hilbijartinên xwecih de jî hebe'' got divê dilxwazên aştî û demokrasiyê divê dengê xwe bilindtir bikin.
Temellî diyar kir hişmendiya rêveberiya wan a xwecih li ser têkoşîna jinê, kedê û ekolojiyê ava dibe û got, ''li dijî ziyanên pergalê û dewletê divê em demokrasiya xwecih ava bikin.''
'ŞER AMÛRA MEŞRÛKIRINA ZORDARIYÊ YE'
Temellî got, ''Li hêlekê zora siyasî heye û li hêla dî ya aborî. Civakek di navbeyna van du zoran de hatiye asêkirin, zemîna vê ya meşrû jî şer e'' û got, ''Polîtîkayên şer ên li ser Kurdan û dijminatiya li Kurdan amûra rewakirina van du zoran e. Naxwe em dizanin ku ti zor û şer ne meşrû ye. Em li hemû hilbijartinan jî binerin, di van sê hilbijartinên dawî de jî em desthilateke ku ti meşrûiyeta wê tine dibînin. Dema ku mirov bipirse bê ka çawa dikare vê zorê ferz bike, bersiva wê di hişmendiya şer de, di bûdçeya şer de ye. Di polîtîka êrîş û zilmê de veşartiye. Îro dema ku mirov biçe Kurdistanê mirov vê dagirkeriyê dikare bibîne. Ne tenê li Rojava, li Efrînê, dema ku mirov biçe Cizîrê, Şirnexê mirov dikare heman zilmê bibîne.Yekane tişta ku li dijî faşîzmê were kirin têkoşîn e, têkoşîna aştî û demokrasiyê ye.''
Temellî herî dawî got li dijî rejîma her ku diçe dibe dîktator banga geşkirina têkoşîna demokrasiyê kir û her kes vexwende têkoşînê.