Temellî li Colemêrgê axivî: Piştî 5 mehan ew ê rewş biguhere

Hevserokê Giştî yê HDP’ê li pêşiya şaredariya Colemêrgê axivî ya ku hatiye dagirkirin. Temellî got ku, “5 meh û nîvê din ew ê tablo biguhere.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sezaî Temellî û şandeya pê re, li Colemêrgê çûn serdana gel û esnafan. Temellî di têketina bajêr de, ji aliyê bi sedan kesan ve hat pêşwazîkirin û bi konvoyek mezin re derbasî bajêr bû. Temellî bi gel re li pêşiya avahiya partiyê kom bû. Temellî û şandeya pêre dûre çûn serdana esnafan.

Di dema serdanê de esnafekê ji Temellî re got “Gel bi tenê nehêlin. Pêwîstî bi xebatek çawan hebe wê bikin.” Welatiyek din jî ji Temellî xwest ku bêtirs bixebitin û got: “Em gelek in. Em 27 mîlyon kes in. Em ji tu kesan natirsin. Ev partî qanûnî ye û ne qedexekirî ye.” Gelek esnafên din ku xwestin ku Temellî tim bê bajêr û wan bi tenê nehêlin.

 Temellî, li ber Şaredariya Colemêrgê ya qeyûm tayînê wê hat kirin, daxuyaniyek kurt da û got ku: “Hûn ablûkaya polîsan a li ber şaredariyê dibînin. Va ye hûn li ber şaredariyê kesên bi çek dibînin. Di şaredariyan de vê yekê ji bo gel rewa dibînin. Diviyabû li vê derê, kesên ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin, gel pêşwazî bikin. Lê niha gel nikare bikeve van şaredariyan. Ji ber ku li ber derî erkdarên ewlekariyê yên bi çek hene. Şaredarî hatine dagirkirin. Tişta em dixwazin bêjin, ji xwe ev tablo ye. Va ye wêneyê wê li ber çavê me zindî ye. Hindik ma, li ber xwe bidin. Heya 5 mehên din em ê bi hevre vê rewşê biguherînin.”  

Temellî û şandeya pê re, dûre çûn Geverê.