Temellî: Di lîteratura siyasî de pênasekirina vê sîstemê nîne

Temellî ê li Îdirê bi gel re civiya got: “Îro sîstemeke ya Serokkomariyê heye. Ti lîteraturiya vê sîstemê nîne.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Îdirê serdana esnafan kir û bi gel re civiya.

Temellî bibîr xist ku di pêvajoya kampanyaya hilbijartinê de neçûna Agirî û Îdirê û got: “Ev 2 roj bûn li Wanê civîna koma partiya me heûb. Di van 2 rojan de li ser xebatên dema nû ya partiyê nîqaş kirin. Hema piştî Wanê me berê xwe da Agirî û Îdirê. Me xwest spasiya gel bikin.

Dema li pêşiya me wê karekî mezin bê kirin. Divê em rêxistinkirina xwe bi hêz bikin, xwe ji bo hilbijartinê herêmî amade bikin. Ji bo bi lezgîn ji vê desthilatdariya faşîst rizgar bibin, em ê bi hev re têkoşînê xurt û bilind bikin.

Îro li pêşberî me sîstema Serokkomariyê heye, ti lîteraturiya siyasî ya vê nîne. Sîstemeke ku Erdogan ji ber xwe derxistiye. Wê hemû maliyeta vê ji gel bide sitandin.

Ev sîstema ji ber xwe enceq bi şer û nelirêtiyê xwe li ser lingan bigire. Ji ber wê ye divê yên li dijî şer, yên têkoşîna maf dikin, di têkoşîna demokrasiyê ya bi pêşengtiya HDP’ê de tê kirin li hev kom bûne. Em vê yekbûnê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê û ji bo hemû kedkarên Tirkiyeyê dixwazin. Werin em bi hev re li dijî vê desthilata mafê gelan xesp dike li hev kom bibin, têkoşîna xwe li ser vê xetê mezin bikin.

Kabîneya vê sîstemê li ber çav e. Wezareta Xizîne û Darayê zavayê wî ye,Wezîrê Perwerdehiya Mîllî dibistanên taybet, Wezîrê Tenduristiyê nexweşxaneyên taybet, Wezîrê Bazirganiyê kesekî bi Asyaya Navîn re bazirganî kiriye. Weke şirketekê gelirî dibêjin divê dewletê bê bi rê ve birin. Kabîneya ku niha ava kirî mîna departmaneke kargehekî taybet a kar e. Ev şêwazekî yê mêtîngeriyê ye.

Em ji cihê rengiya xwe hêz digirin, hemû gel bi yek ve, bi hemû rengên mirovan ve, bi awayekî bi hêz li welatê xwe yê hevpar bi biryardariya komara demokratîk wê têkoşîna me bidome. Yekan e rêya me ev e.

Hemû gelên Tirkiyeyê, her kesê ku ji kîjan partiyê be dengê xwe dabe kîjan partiyê di be bila bibe vedixwînin têkoşîna hevar. Eger em nebin yek, wê welat ber bi têkçûnê ve biçe. Rewş li ber çav e. Her tişt li holê ye. Rewaş aboriyê li pêş çav e. Dijminahiya wî ya li hemberî Kurda e ku şer didomîne. Ev şer mirovan ber bi birsîtî û zilmê ve dibe.

Di vê demê de li pêşiya me hilbijartina herêmî hene. Hilbijartinê herêmî tê wateya hilbijartinên demokrasî. Xebatkirineke xurt a ji bo hilbijartinên herêmî wê temenê desthilatdariyê kêm bike. Temenê vê tarîtiyê zêde nemaye.”