Temellî: Dawiya vê rêyê azadî û aştî ye!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê di mîtînga HDP’ê ya Amedê de axivî, da xuyakirin ku li dijî şer têkoşîna aştiyê dikin û got: “Çawa em li Amed û Qersê bûn desthilat, em ê li Tirkiyeyê jî bibin desthilat. Dawiya vê rêya azadî û aştî ye.”

Mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bi sirûda ‘Ji bo aştiyeke birûmet çareseriyeke demokratîk’ ku li Qada 5’ê Hezîranê hate lidarxistin bi dawî bû. Mîtînga ku bi hezaran kes tevlî bû, dirûşma ‘Li dijî şer aştî’ olan da. Di mîtîngê de ciwan û dayikên cih girtibûn nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya li gel rejîma Tirkiyeyê dan.

‘EFRÎN YA EFRÎNIYAN E’

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî yê bi gotina ‘Yên dixwazin bila ji vê rêyê vegerin bila vegerin, em navegerin’ dest bi axaftinê kir wiha pêde çû:

 “Ev mijûlê tinekirin û hilweşandina dîrok û çandê ne. Em jî wê xwedî li dîrok û çanda xwe derbikevin. Em ê bi hev re bijî, em ê bi hev re komareke demokratîk ava bikin. Tevî hemû tiştî em ê li gel hev cih bigirin û demokrasî û aştiyê ava bikin. Hêvî em in, ji bo wê êrîşî HDP’ê dikin.  Ew dijiminê çand, dîrok, karker, Kurd , Tirk te û min e. Ew bi Erdogan re hatin, wê bi Erdogan re biçin. Ev ji derveyî şer tiştekî din nizanin. Her tim operasyonên derveyî sînor lidar dixin. Piştre tên li ser navê çareseriyê daxivin. Hûn aştiyê dixwazin. Wê demê rêz ji gelên Sûriyeyê re bigirin. Wê demê hûn bêjin; ji bo Tirkiyeyê aştî û ji bo Rojhilata Navîn aştî. Wê demê wê aştî pêkan be. Efrîn wê bibe ya Efrîniyan.”

‘EM AŞTIYEKE DEMOKRATÎK PÊŞNIYAR DIKIN’

Temellî pirsa, ‘Ji derveyî şer û dijminahiyê ma hûnê çi bidin vî gelî kir’ û ev got: “Em ji bo Qibrisê aştiyeke demokratîk dixwazin.Em dixwazin dawî li polîtîkayên şer ên li Qibris, Sûriye û Tirkiyeyê bê. Em karê xwe dixwazin. Nanê xwe dixwazin, aştiyê dixwazin. Ev şer hejarî û zilm e. Dem dema dawî anîna polîtîkayên şer e. Ev şer bi kêrî kesê nayê tenê bi kêrî ‘Zava’ tê. Gel hejar e, karker hejar e. Daristanên me tên şewitandin, li Heskîfê dîroka deh hezar sal tê hilweşandin. Tenê ji bo ew dewlemend bibin vê dikin. Em ê dawî li vê bînin.

 ‘DAWIYA VÊ RÊYÊ AŞTÎ YE’

Temellî got: “Ji bo ev welat ji hişmendiya faşîzan rizgar bibe, ji bo ev welat ji şer, hejarî û xirabiyê rizgar bibe HDP bi pêş ve diçe.”Temelî ev nirxandin kir: “ Em ê bi hev re siberoja xwe ava bikin. Em ê bên ba hev û Destûreke Bingehî çêbikin. Ji bo Sabahat azad bibe, Selahattîn, Gulten, Idrîs azad bibe em ê li ber xwe bidin. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Bawer bikin em ê bi teqez bi ser bikevin. Çawa em li Amed û Qersê bûn desthilat, em ê li Tirkiyeyê jî bibin desthilat. Dawiya vê rêya azadî û aştî ye. Dawiya vê rêyê azadî û aştî ye.”

Piştî axaftina Temellî û şûnde mîtîng bi konsera Koma Azad bi dawî bû. Gel li ber strana û gerandina govendê dirûşmên ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’, ‘ Ji şer re na, niha aştî’ û ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin.