Temellî: Çareserî ne li DYE û Rûsyayê ye, li Îmraliyê ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku çareserî ne li DYE û Rûsyayê ye, çareserî li Îmraliyê ye.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di civîna koma xwe ya li Meclîsê de têkildarî geşedanên di rojevê de axivî.

Temellî bi bîranîna salvegera wefata Seyîd Riza ya 82’yemîn dest bi axaftina xwe kir û got: “Îro carek din em xwedî li demokrasî, hiqûqê, mafên mirovan derdikevin. Em li dijî hemû feraseta ceberût û faşîzmê ya desthilatdariyê bi biryar têkoşîna hiqûq û demokrasiyê didomînin. Vê hefteyê 82’yemîn salvegera mirina Seyîd Riza ye. Ji Seyîd Riza şîara ‘Em ê serê netewînin û çongê daneynin’ ji me re me maye. Me serî netewand û çonga xwe danenî.”

‘QEYYÛM BÊHIQÛQTÎ YE’

Temellî da zanîn ku sepanên Rewşa Awarte dewam dike û wiha domand: “Em li welatek bêhiqûq û bêedalet dijîn. Nîşaneya herî girîng a bêhiqûqiyê qeyûm in. Îktîdara nikare bê Rewşa Awarte welat bi rê ve bibe, piştî 31’ê Adarê dîsa qeyûmên xwe dewam dike. Qeyûm bêhiqûqî ye. Binpêkirina Destûra Bingehîn e. Şaredarî bûne navendên nelirêtiyê. Raporên muhasebetê nelirêtiyê derxistin holê. Pir eşkere nelirêtiyê vegotin.”

Temellî bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Qeyûm tayînî 16 şaredariyên me kirin. Şaredariyên me hatin desteserkirin. Herî dawî qeyûm tayînî şaredariya me ya Rêya Armûşê kirin. Bi tayînkirina qeyûman îradeya gelê Kurd tune dihesibînin. Ev aciziya siyasetê ye. Ev îtîrafa ji aliyê AKP’ê ve ye. Me di 31’ê Adarê de çawa qeyûman paqij kir û qewirand, em ê vê carê jî bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin û baivêjin.”

‘HETA KU TECRÎD HEBE WÊ AŞTIYA CIVAKÎ PÊK NEYÊ’

Temellî bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Tecrîd bûye enstrûmana dêshilatdariyê ya binpêkirina mafan, bêedaletî û polîtîkayên şer. Heta ku tecrîd hebe wê aştiya civakî li vî welatî pêk neyê.

Binêrin birêz Ocalan çi dibêje; hem jî li rûyê rayedarê dewletê dibêje ‘Hûn vê maseyê biqelibînin, hûnê li Washington û Moskovayê li çareseriyê bigerin.’ Îktîdar niha li Emerîka û Rûsyayê li çareseriyê digere. Em jî dibêjin li wir li çareseriyê negere. Heke hûn li çareseriyê digerin navnîşana wê Îmrali ye.”