'Têkoşîna ji bo azadiya Ocalan têkoşîna me ye'

Enternasyonalîstên ku li dijî komplo û tecrîdê ji Luksembûrgê dimeşin Strasboûrgê gotin, ew têkoşîna ku ji bo azadiya Ocalan tê dayin weke têkoşîna xwe dibînin.

Meşa dirêj a li dijî komploya navneteweyî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sê baskan ve dest pê kir, didome. Li baskê Luksembûrgê yê meşê, nêzî 100 enternasyonalîstên ji Elmanya, Swêd, Fînlandiya, Spanya, Îtalya, Norwêc, Hollanda û gelek welatên din dimeşin.

Hin ji enternasyonalîstên tevlî meşê bûne, par jî meşiyabûn. Yek ji wan jî Alex Dîckmann ê Elman e. Dîckmann ku nexweşê diyabetê ye, li ser meşa xwe ya par got, "Bêguman ji bo min zehmet derbas bû. Lê belê zehmetî ji bo wê yekê hene ku ji holê bên rakirin. Eger mirov ji bo îdealên xwe dimeşin, hingî zehmetî ne girîng e. Hêzê dide min ku ji bo armancên bedew û mirovên hêja yên ji deverên cuda re dimeşim. Ji ber vê yekê pirsgirêkên min ên tenduristiyê nakevin bîra min." Alex, weke sala bihurî îsal jî rozeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sînga xwe ve kiriye û dimeşe. Alex, bi hevjîna xwe Maren tevlî meşê bûye.

TECRÎDKIRINA OCALAN NE YA QEBÛLKIRINÊ YE

Alex cara sêyemîn e tevlî meşê dibe û li ser vê mijarê dibêje, "Li dijî pergala kapîtalîst a li Rojava (Ewropa) pêk hat, yekane projeya alternatîf, projeya birêz Ocalan e. Bi vê projeyê raber kir ku li rojava dikare çawa jiyaneke bedewtir bê jiyîn. Ev 20 sal in, mirovekî ku xwedî projeyên ewqas bedew di bin tecrîdê de ye. Ez li dijî tecrîd û pêkanînên dij mirovane li vê derê me. Bi pêşengiya Kurdan şoreşek pêk tê. Ez ji bo piştevaniya vê şoreşê li vê derê me û dimeşim. Divê her kesên li Ewropayê û ji xwe re dibêje 'ez mirov im', li vê şoreşê xwedî derkeve. Ez bang li her kesî dikim ku guh bidin vî dengê ku ji Rojhilata Navîn bilind dibe û dengê xwe bilind bikin."

HÛN ÇIMA LI VIR IN?

Maren ku yekemcar tevlî meşa dirêj bûye dibêje, "Alex, beriya niha tevlî du meşên pêk hatî bibû. Min jî xwest tevlî ya vê carê bibim. Ez gelek kêfxweş im ku ez bi hevjînê xwe re tevlî meşeke wiha bûme. Divê her kes bibêje ka ez çima li vir im û mirovên din çima ne li vir in. Belê, li Ewropayê ewqas mirov dijîn. Divê bê pirsîn ka li ev mirov li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çima ewqas bêdeng in û çima niha ne li vir di vê meşê de ne. Li holê hovîtyek heye û ji bo sekinandina vê hovîtiyê erkên dikevin ser milên me hene. Em ji bo pêkanîna van erkên xwe li vê derê ne. "

JI BO MIN CIHÊ KÊFXWEŞIYÊ YE KU CAREKE DIN LI VIR IM

Ji meşvanan Noamî Ferreîra 21 salî ye û li herêma xweser a Galîçya ya li Spanyayê ye. Naomî par jî tevlî meşê bû û dibêje, ji ber ku careke din firsend dîtiye hevalên xwe bibîne û cara duyemîn tevlî meşê bibe, gelekî kêfxweş e. Naomî diyar kir ku wê di meşa par de firsend dît ku gelê Kurd û tevgera azadiyê ji nêz ve nas bike û got, "Piştî ku min gelê Kurd û têkoşîna azadiyê nas kir, min ji bo xwe weke wezîfeyekê dît ku tevlî meşa îsal jî bibim."

NÊRÎNÊN WÎ JI BO MIROVAHIYÊ GIRÎNG IN

Naomî diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn gelekî girîng e û got, "Yek ji armancên min ên ji tevlîbûna meşê, daxwaza ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û pêkhatina azadiya wî ye. Nêrîn û perspektîfên Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo mirovahiya pêşverû girîng in. Ez nêzîkatiya Ocalan a li jinê gelekî girîng dibînim. Wekî din, hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo afirandina mirovên azad gelekî hêja ne. Lewma divê Birêz Ocalan tavilê azad bibe."

EM BI BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ RE NE

Naomî herî dawî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven pêk tên û got, "Bi sedan mirovî ji bo dawîanîna tecrîdkirinê bedena xwe dane ber birçîbûnê. Bi meşê re min xwest dengê wan bilind bikim, di têkoşîna dijî barbariyê de wan bi tenê nehêlim û piştgiriya wan bikim."

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka