Têkliyên Tirkiye û Rûsyayê asayî bûn!

Hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtîn bi dawî bû. Piştî hevdîtinê Pûtîn daxuyanî da û diyar kir ku pêvajoya asayibûnê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de temam bûye.

Serokê Rûsyayê Pûtîn piştî hevdîtina xwe ya li gel Erdogan a li Soçî yê daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha got: "Di dema nêz a derbasbûyî de têkliyên me yên bi Tirkiyeyê re bi ezmûneke ya hestyariyê re derbas bû. Em v digerin hevkariyek nû. Pêvajoya asayî ya têkliyên me ya bi Tirkiyeyê re temam bûn."

Vilademir Pûtîn axaftinên xwe wiha doman: "Di hevdîtinan de em li ser mijara ekonomiyê sekînin. Me biryar li ser rakirina amborgoyan, bihêzkirina bazirganiyê û bi karanîna pereyê netewî girt. Me li ser xizmetguzariyên ticaretê yên bi hevre û amadekarina hevdîtinan li hev kir.

Li Sûriyeyê tenê çareserî bi rêya dîplomasî û rêveberiya sîyasî pêkane. Me şerê di navbera hikûmeta Sûriyeyê û mûxalefetê de da sekinandin û me karî ku her du aliyan li ser maseyê mûzakereya çareseriyê bidin rûnîştandin. Îro jixwe li Astanayê hevdîtin tê kirin."

Piştî Pûtîn Erdogan axivî û wiha got; "Di 2 mehên dawî de ev cara 2. ez serdanê Rûsyayê dikim. Hevdîtînên me yên bi telefonê bidomîn. Me îro li ser mijara ekonomî û gavên ku pêwîst were avêtin gotûbêj kir.

Pûtîn me wek welatên grantor, Tirkiye, Îran û Rûsya ji bo ku demê pêş de pêvajoya bêşer pêk were tişta ji destê me bê em ê bikin. Min bi Trump re jî hevdîtin kir. Tişta ku min zanî rêveberiya DYA ji piştgiriyê dide fikrên herêmên bêşer."

Pûtîn têkildarî pirsa mijara herêmên bêşer û ji firînê re qedexe jî wiha got: “Ligel rawestana şer a li herêmê, wê li herêmê yekpariya xaka welat pêk were. Ligel pêvajoya bê şer jî wê şerê me yê li gel rêxistinê terorê yên mîna DAIŞ’ê jî wê bidome.