Parêzvanê Mafên Mirovan Memo Şahîn peymana navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê ya li ser mijara penaberan nirxand û diya rkir ku Tirkiye bi zanebûn derî li penaberan vekir. Şahîn got, "Erdogan dema bi tenê ma, karta penaberên Sûriyeyî xist dewrê. Lê belê ev têkiliya gemarî wê demeke dirêj dewam neke."
Şahîn di hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re bibîr xist, ku bi qasî 850 hezar penaber heta dawiya meha Mijdarê xwe gihandine Elmanyayê û got, "Ji van 250 hezar heta meha Tîrmehê, 500 hezar jî di nava 4-5 mehên dawî de hatin. Piştî ku Erdogan tengav bû û bi tenê ma, ev rewş weke şantajê bi kar anî. Pêşî li penaberên ku ev 4 sal in li Tirkiyeyê dijîn, vekir. Ji meha Tîrmehê û vir ve her me 200-300 hezar mirov derbasî Yewnanîstanê bûn. Di nava 3-4 mehan de bi qasî 600-700 hezar mirov ji Tirkiyeyê derbasî vê derê hat kirin. Dihat gotin ku 2 mîlyon Sûriyeyî li Tirkiyeyê dijîn. Hema hema nîvê vê îro hatin Ewropayê. Piraniya van mirovan jî niha li Elmanyayê ne. Piraniya van ji Sûriye, Iraq û Afganîstanê tên."
'DEWLETA TIRK VÊ ORGANÎZE DIKE'
Memo Şahîn da xuyakirin ku hatina penaberan ber bi Ewropayê ve, bi hewldnên Tirkiyeyê pêk tê û got, "Penaberên tên Ewropayê, berê Derya Spî bi kar dianîn. Lê belê ji ber têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Ewropayê re, ji meha Tîrmehê ve Tirkiye ev kart xistiye dewrê û peravên Egeyê ji penaberan re vekiriye. Bêguman berê jî li Tirkiyeyê şebeke hebûn, koçber bi rêyên qaçax derbas dibûn. Lê ti carî her me 300 hezar mirov derbas nebûn. Li gorî min, dewleta Tirk, buroratên Tirk vê yekê organîze dikin. Penaberên Sûriyeyê zêdeyî 2 sal in li Tirkiyeyê bûn. Çima heta niha nehatin, lê ji Tîrmehê û pê ve dest bi hatinê kirin. Wê demê jî şebeke hebûn, ev rê dihatin zanîn. Kîngê Tirkiyeyê got, 'hûn dkarin biçin Ewropayê' pêla herikîna penaberan destpê kir. Ne endamekî şebekeyê hat girtin, ne jî avêtin ser qaçaxçiyan. Tiştek nebû. Rê hatin vekirin. Herî dawî, piştî ku Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê li hev kirin, Tirkiyeyê rê girt û avêt ser şebekeyan.
'DI NAVA YÊN TÊN DE ROJAVAYÎ GELEKÎ KÊM IN'
Memo Şahîn li ser hejmara Rojavayiyên di nava penaberan de cih digirin de got, "Beşeke girîng a Rojava di destê hêzên Kurd de ye. Di navbera Kobanê û Efrînê de xetek heye. Ew jî azad bibe, hingî wê Kurd nebin penaber. Ji xwe di nava penaberên îro tên de, hejmareke gelekî kêm Rojavayî hene.
Şahîn da zanîn ku di nava penaberên tên Ewropayê de gelek Êzidiyên ji Başûrê Kurdistanê heye û weke sedema vê yekê jî komkujiyên bi serê Êzidiyan de tên, nîşan da.
'SOZA YEKÎTIYA EWROPAYÊ DAYE, DERBASDAR NÎNE'
Memo Şahîn piştperdeya peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ya li ser penaberan nirxand û got, "Têkiliya Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê di nava 3 salên dawî de nebaş bû. Hema hema ti ji serokwezîr, serokdewletê welatekî nedixwestin bi Erdogan re li heman cihî be. Gelek sedemên vê hene. Lê belê sedema xwe ya bingehîn, têkiliyên kirêt ên li Sûriyeyê, desteka ji bo komên cîhadperest, veguherîna ber bi rejîmeke zextdar, binpêkirinên mafên mirovan û ji nû ve destpêkirina şerê li Kurdistanê ye. Ev hemû bûn mijara rexneyan. Lewma têkilî neba bû. Kîngê Tirkiye rabû karta xwe ya penaberan derxist, kîngê berê bi sed hezaran mirovan da Ewropayê, vê carê Ewropayê ji bo zexta li ser xwe kêm bike, bi Tirkiyeyê re dest bi bazariyê kir. Ev bazareke gemarî bû. Di çarçoveya vê bazarê de rapora pêşketinê ya Tirkiyeyê hat taloqkirin. Ev rapor ji gelek rexneyên tund pêk dihat. Wekî din Angela Merkel a ku nedixwest silavê jî bide Erdogan, çû cem wî. Krediyek ji 3 mîlyaran da wî. Her wiha Tirkiyeyê xwest vîze bê rakirin. Em dizanin ku tiştên bi vî rengî bi biryara hevpar a hemû welatên Yekîtiya Ewropayê dibe. Sibe welatek rabe bêje 'em naxwazin', wê çaxê nabe. Ji xwe pirsgirêka Qibrisê çareser nebûye. Heta ku ev pirsgirêk açreser nebe, ti sozên Yekîtiya Ewropayê derbas nabe. Yewnanîstan û Qibris kîngê bixwazin dikarin mafên xwe yên vetoyê bi kar bînin û biryaran pûç bikin."