Têkçûna Erdogan didome: Ji Rûsyayê lêborîn xwest
Hat diyarkirin ku Erdogan, têkildarî mijara xistina balafira Rusyayê ji Rûsyayê lêboarîn xwestiye.
Hat diyarkirin ku Erdogan, têkildarî mijara xistina balafira Rusyayê ji Rûsyayê lêboarîn xwestiye.
Hat diyarkirin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ji bo xistina balafira Rûs a Sû-24 û kuştina pîlotê wê ku balafirên F16 ên Tirkan lê dabûn, ji Serokdewletê Rûsyayê Vîlademîr Pûtîn lêborîn xwestiye.
Li gorî daxuyaniya Kremlînê, ev îfade hatine bikaranîn: “Serokdewlet Pûtîn, peyama Serokkomarê Tirk Erdogan a ku dibêje ji ber sedema xistina balafira şer a Rûs û daxwaza sererastkirina rewşê, girtiye.”
ÎFADEYA ‘LÊBORÎNÊ DIXWAZIM’ HATIYE BIKARANÎN
Di daxuyaniyê de, di peyama Erdogan de ji ber sedema kuştina pîlotê Rûs sersaxiyê tê xwestin, hat destnîşakirin ku îfadeya ‘Lêborînê dixwazim’ hatiye bikaranîn.
Di peyama Erdogan de bikaranîna peyva ‘Îzvînîte’ (Извините) jî bal kişand. Ev peyv dema ku ji Rûsî vegerîne Tirkî tê wateya ‘Lêborînê dixwazim’ yan jî ‘Min bibexşîne”.
Di peyamê de hat diyarkirin ku Erdogan wiha gotiye: “Rûsya dostê Tirkiyeyê û hevkarê wê yê stratejîk e, naxwaze têkiliyên Enqere û Moskovayê xira bibin.”
Kremlînê, ev axaftinên Erdogan jî ragihand: “Em malbata pîlotê Rûs mîna malbatekî Tirk dibînin. Ji bo kêmkirina êş û ziyanên wan em ji her warî amade ne. Têkildarî kuştina pîlotê bi navê (...) jî der barê welatiyê Tirk de lêpirsîn hatiye destpêkirin.”
Lêborîna Erogan a ji Rûsyayê rastî hewldanên Tirkiyeyê yên başkirina têkîliyên bi Îsraîlê re hatin. Her du hemle jî wek tengavbûna Tirkiyeyê tê nirxandin.