Tedawiya berxwedêr Tûzak li nexweşxaneyê didome

Tedawiya berxwedêrê greva birçîbûnê Mele Mûstafa Tûzak li nexweşxaneyê didome.

Berxwedêrên greva birçîbûnê Mele Mûstafa Tûzak 134 roj, Şiyar Xelîl 121 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdûr jî 118 rojan di greva birçîbûnê de man û li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn. Ji çalakgeran Tûzak gelekî kîlo li xwe kêm kiriye, lewma li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Tûzak li nexweşxaneya DRK Kliniken Berlin Mitte ji doh ve tê dermankirin. Tê gotin Tûzak 23 kîlo li xwe kêm kiriye û daketiye 44 kîloyî. Dema dawî verdişiya, nava wî diçû, xwîn jê diçû û rîtma dilê wî ne bi rêk û pêk bû.

Her wiha baş nedidît, lê tevî vê yekê jî çalakiya xwe bi biryardarî domand. Tûzak diyar kir, di encama berxwedanê de dewleta Tirk neçar ma paşve gavê biavêje û ji her kesî xwest ku ji niha û pê ve ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.