Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li Stockholmê hate şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Swêd Stockholmê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Sergelstorgê ya paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de greva birçîbûnê ya li zindanan hate silavkirin.

Kurdistanî bi banga Meclîsa Jinê ya Amara li hev kom bûn û tevî wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aleke mezin a PKK'ê hildan.

Çalakgeran daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û li dijî zext, girtin û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, dirûşmên şermezarkirinê qîriyan.

Her wiha bi navê rêxistinên Kurdan daxuyaniyek hate dayin û bang li hêzên demokratîk û şoreşger hate kirin ku piştgiriya pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.