Tecrîda li ser Ocalan li Adîgey û Moskowê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li Rûsyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Kurdistaniyên li Rûsyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê û Organîzasyona Jin a Kurd a Bêrîtan ku li Federasyona Rûsya, li Komara Xweser a Adigeyê kar dikin û Kurdistanî tecrida girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Li Navenda Çanda Kurd li ser navê Otonomiya Çanda Kurd Hevserok Feyzo Huseyîn axivî û got: ‘’Çi Kurdekî birûmet tecrîda girankirîya li ser Rêbertiya me qebûl nake. Di vê pêvajoyê de ku êrîşên giran li ser gelê Kurd û destkeftiyan hene divê em li mezintirîn nirxê xwe li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin. Em dixwazin ku dewleta Tirk a faşîst vê tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me demildest rake.
Li ser navê Organîzasyona Jin a Kurd Berîtan Kubar Hadîyeva jî axivî û got, ‘’Dewleta Tirk bi vê tecrîda ku li ser Rêbertiya me bi vîna gelê Kurd dilîze. Kurdê bi rûmet divê li dor Ocalan bibin yek û lîstika dewleta Tirk û AKP’ê ya gemarî ya dijminên Kurdan pûç bikin.’’
MOSKOW
Yekîtiya Saziyên Sosyal ên Kurd ên li Rûsyayê, Otonomiya Çanda Kurd a Netewî, Organîzasyona Jin a Kurd a Moskowê, Organîzasyona Êzîdiyan a Moskowê Êzîdxan jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de li ser navê Yekîtiya Saziyên Sosyal ên Kurd Araf Azmanî axivî û got: ‘’Ji ber ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê standin ev hemû Kurdên li dinyayê metirsîdar dike. Di serî de hêzên navdewletî divê dewleta Rûsya jî bersiveke êrînî bide vê daxwaza gelê Kurd û zextê li ser dewleta Tirk bike. Dewleta Tirk a faşîst bi tecrîda li ser Ocalan dixwaze Kurdan ceza bike. Divê ev kirina dij demokratîk û dij mirovî neyê qebûlkirin. Kur dêdî divê ne ji bo agahdarbûna ji Ocalan ji bo azadiya Ocalan divê têkoşînê geş bikin. Azadiya Ocalan azadiya hemû Rojhilata Navîn e.’’
Piştre nûnerên saziyan bi civînekê diyar kirin ku heta ku ji Ocalan agahiyekê werbigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.