Tecrîd û qeyûm li Ewropayê hatin şermezarkirin

Li gelek welatên Ewropayê, zext, zordarî û terora dewleta Tirk bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Li gelek welatên Ewropayê, zext, zordarî û terora dewleta Tirk bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

LES MÛREAÛX/MANTES LA JOLÎE

Endamên Tevgera Ciwanên Azad bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyan, li herêma Les Mûreaûx û Mantes La Jolîe ya Fransayê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya li dijî qeyûman hat silavkirin û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn hat kirin, ku çalakiyên xwe zêde bikin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, endamên meclîsa Marîgnanê ji bo balê bikişînin ser kiryarên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, balafirgeh dagir kirin.

ROMA

Bi dirûşma "Ji bo Kurdistanê dakeve kolanan" Kurdistanî wê sibe li paytexta Îtalya Romayê meşeke girseyî lidar bixin. Meş ji aliyê Navenda Çanda Kurd Ararat û Rete Kurdistan ve tê organîzekirin û wê saet di 14:00 de li Roma Porta Pîa destpê bike.

MUNCHEN

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd panelek lidar xist. Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Şînasî Tûr weke qiseker beşdarî panelê bû û bal kişand ser bûyerên dema 15'ê Tîrmehê û piştî wê li Girava Îmraliyê qewimî. Tûr her wiha işaret bi peyama Ocalan a bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan ragihand kir û got, "Lazim e dewlet bersiveke erênî bide vê bangê." Panel bi pirs û bersivan dewam kir.

Piştre ji bo çalakiya îro li ber avahiya dadgehê, di dema pêkhatina rûniştina doza girtiyên siyasî yên ATÎK'ê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.

...