Tecrîd û hikûmeta Elman-Tirk li Lûzern ü Basel hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li Lûzern ü Basel ên Swîsreyê hikûmeta Elman-Tirk û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta Elman li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li ser banga CDK-Lûzernê Kurdistanî û dostên wan li Theatplatezê kom bûn, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû’ û “Xêr Nehat Erdogan’ hatin vekirin. Dîsa belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Çalakî piştî belavoka li ser navê CDK-Lûzernê hate xwendin û şûnde bi dawî bû.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swêdê jî serdana Erdogan a Elmanyayê hate protestokirin.

Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate kirin li pêşiya Basel Bahnhofê despê kir.

Çalakiya ku rêxistinên çep û Swêdî jî tevlîbûn, dirûşmên li dijî Erdogan qîr kirin. Her wiha di çalakiyê de posertênr Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber dirûşmên bi Elmanî hatin berzkirin û belavok hatin belavkirin.