'Tecrîd tenê bi tifaqa demokratîk a gelan dikare bê bidawîkirin'

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ber tecrîdkirina muwekîlê xwe Ocalan rabû û diyar kir, "Tevî şert û mercên girtîgeha giravê ku bandoreke neyînî li ser tenduristiya muwekîlê me dike, bi birîna têkiliya bi derve re tecrîdeke mutleq li muwekîlê me tê ferzkirin."

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê tecrîda 21 salan a li ser Ocalan ji ajansa me re axivîn.

Parêzeran astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re bi sê serdeman pênase kirin.

Li gorî vê yekê serdema destpêkê ji 15'ê Sibata 1999'an heta 20'ê Tîrmeha 2016'an e, ku qedexekirin hingî bi rengekî kêfî û pratîkî hate bicihanîn.

Serdema duyemîn pêvajoya Rewşa Awarte ya di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hate ragihandin. Di vê pêvajoyê de jî bi biryara dadgehê serdanên ji bo Îmraliyê ku ji xwe destûr nedihat dayin bê kirin, ji bo demeke nediyar hatin qedexekirin.

Serdema sêyemîn jî 17'ê Nîsana 2019'an heta vê kêliyê ye. Ku di vê serdemê de jî ji serdanên parêzeran tenê pênc, ji serdanên malbatê jî tenê du serdan hatin qebûlkirin. Lê belê ji bilî van nêzî sed serdan jî bêbersiv hatin hiştin.

'HEMÛ HÊZ LI SER ÎMRALIYÊ BÛNE YEK'

Parêzeran bi bîr xistin, ku li gorî rejîmeke asayî ya hiqûqê mafê malbatê ye ku herî kêm carekê bi rengekî vekirî û herî kêm du caran jî bi rengekî girtî hevdîtinê pêk bîne û got, "Her wiha maf û erkê parêzeran e ku gava di dema kar de wekaletnameyên xwe pêşkêş kirin, kengî bixwazin dikarin hevdîtinê bikin. Lê belê li Îmraliyê ti carî hiqûqeke asayî nehatiye bi cih anîn. Her tim nêzîkatiyeke taybet a rejîmeke taybet li dijî şexs hatiye nîşandan. Di nava şert û mercên girtîgeheke ku dûrî bejahiyê ye, li nava deryayê ye û li cihekî weke herêma qedexe hatiye ragihandin, serlêdanên ji bo hevdîtinê ji doh heta îro bi destê rêveberî û dadgeriyê, bi rengekî siyasî hatin qedexekirin.

Li Îmraliyê ji sala 1999'an û vir ve pîvana 'ji hev cudahiya hêzan' ti carî derbas nebûye. Berevajî vê pîvanê, hemû hêz bûne yek. Li dijî rejîma li Îmraliyê saziyeke cemaweriyê heta niha derneketiye holê ku dengê xwe ji bo hiqûq û demokrasiyê bi kar bîne. Di vê mijarê de hemû bûne yek.

Ya rast, eger mirov di çarçoveya dewleta hiqûqê de binirxînin, divê ji bo her serlêdaneke me bersiveke erênî bê dayin û hevdîtin bê pêkanîn. Ya jî astengiyên mîna 'xerabûna keştiyê' yên li pêşiya serlêdanê asteng in, wê di çarçoveya berpirsyariya pozîtîf de ji aliyê berpirsyarên destûra bingehînî û îdarî ve ji holê bên rakirin."

Parêzeran destnîşan kirin ku ji bo sererastikrina rejîma cezakirinê ya ku rûmeta mirovan û mafên mirovan binpê dike bê sererastkirin û mafên mirovan bê pêkanîn, ew serî li Dadgeriya Înfazê dikin ku qanûnê serdest bikin. Parêzeran destnîşan kirin ku ji bilî serlêdanan her wiha li qada hiqûqê têkoşîna wan bi her rengî dewam dike.

'TÊKILIYA MUWEKÎLÊ ME BI DERVE RE HATE BIRÎN'

Parêzeran bi bîr xistin, hîn dema ku muwekîlê wan Ocalan li Kenyayê bû, di 4'ê Sibata 1999'an de di hevdîtineke veşartî ya navbera heyeteke CIA'yê û MÎT'ê de ya li Enqereyê û bi protokoleke veşartî girtîgeha girava Îmraliyê hate valakirin, ji nû ve hate avakirin, ji hewayî, bejahî û deryayî ve weke qadeke qedexekirî hate ragihandin.

Parêzeran diyar kirin ku di nava rejîmeke wiha de, bi şert û mercên girtîgeha giravê yên ku bi rengekî neyînî bandorê li tenduristiyê dikin, bi cezayên hucreyê, kiryarên xerab, herî dawî bi birîna têkiliya bi derve re tecrîdeke mutleq tê ferzkirin.

Parêzeran ragihandin ku ev tecrîd ji bo têkbirina îradeya azad, wekhev, demokratîk a gelan pêk tê, ku di şexsê muwekîlê wan Ocalan de temsîla xwe dibîne.

'TECRÎD BI RÊXISTINÎ, TÊKOŞÎN Û TIFAQA HÊZÊN CIVAKÎ YÊN DEMOKRATÎK DIKARE BI DAWÎ BIBE'

Parêzeran gotin, "Di analîza xwe ya dawî de rejîma tecrîdê ji bo şikandina îradeya azadiyê û proto Gûantanamo pênase kir. Ocalan di şexsê xwe de bi modernîteya demokratîk û wezîfeya avakirina wê re ji aliyê teorîk ve ev rejîm têk bir. Têkbirina rejîma tecrîdê bi rengê pratîkî jî bi serketina wezîfeyên avakirina sîstema demokratîk a herêmî û navneteweyî dibe. Bi gotina muwekîlê me Ocalan, bi serketina Bloka Tifaqa Demokratîk û Tifaqa Demokratîk a Demokratîk a li Tirkiyeyê dibe. Tecrîd tenê li ser vê bingehê bi rêxistinî, têkoşîn û tifaqa hêzên civakî yên demokratîk dikare ji holê bê rakirin.

Bi mezinkirina bingeha civakî ya vê tifaqê û dengvedana vê bi xurtî li meclîsê ev zîhniyeta tekperest û destûra bingehîn û qanûnên paşverû ji holê bên rakirin, li ser bingeha destûreke bingehîn a demokratîk Tirkiyeyeke demokratîk bê afirandin."

'SÎSTEMA TECRÎDÊ YA LI ÎMRALIYÊ LI SER SÊ LINGAN E'

Parêzeran bal kişandin ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî tecrîda mutleq û sedema vê yekê jî wiha pênase kirin:

"Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê sîstemeke ku sê lingên xwe hene. Lingekî xwe DYE ye, lingekî xwe Yekîtiya Ewropa ye û lingê sêyemîn jî li Tirkiyeyê ye. Rola Tirkiyeyê tenê gardiyanî ye. Hêza esasî ya ku polîtîkayê diyar dike DYE ye. Rola Yekîtiya Ewropayê jî neyekser e. Bi raporên CPT û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re helwesta xwe nîşan dide. Mixabin pejirandina vê revandina bi korsanî û nixumandina jinûve darizandinê heta bi xemsariya li pêşberî serlêdanên li ser tecrîda mutleq, bêhnê tîne ber vê desthilatdariyê û cesaretê dide desthilatdariyê ku gaveke erênî neavêje.

Sermerselê; biryara 18'ê Adara 2014'an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hem bi cih nehate anîn, hem jî tecrîd bêhtir hate girankirin û mutleq bû. Pêşniyarên CPT nehatin pêkanîn, her wiha CPT jî prosedura şopandinê ya li dijî hikumetê nexist meriyetê. Yanî di dawiya dawî de mirov dikarin bêjin ku ya heyî tecrîdeke mutleq e ku DYE, Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê bi rengekî veşartî li ser li hev kirine. Armanc jî ew e ku di nava şert û mercên ku Ocalan nikare dest lê werde, planên xwe yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêk bînin. Ji ber ku Ocalan li pêşiya polîtîkayên wan ên hegemonîk asteng e û lîstikên wan xera dike.

Li dijî polîtîkayên wan ên neçareseriyê, polîtîkayên rê nîşanî gelan dide, Tirkiyeya demokratîk, Îran a demokratîk, Iraq a demokratîk, Sûriye ya demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk pêşkêş dike, ku ev yek jî li berjewendiyên wan nayê. Lewma tecrîd tê wateya polîtîkaya neçareseriyê ya hêzên hundir û derve. Ev jî tecrîdkirina yekîtiya demokratîk, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk e. Tecrîdkirina aştî û çareseriya demokratîk e."

Parêzeran herî dawî destnîşan kirin, "Bi gotina muwekîlê me Ocalan, demokrasî, çareseriya demokratîk û aştî ji aliyê gelan ve dikarin bên afirandin. Tecrîd jî bi serketina tifaqa destûra bingehîn a demokratîk û tifaqa demokratîk a gelan dikare bê têkbirin."