Tecrîd li Wûppertalê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Qamişloyê, li bajarê Elmanya Wûppertalê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Qamişloyê, li bajarê Elmanya Wûppertalê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.
Çalakî ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Wûppertalê ve hat organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn, posterên Ocalan û alên YPG/YPJ hatin hildan.
Li dû axaftinên ji bo bîranîna kesên di komkujiya li Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan, daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan hat kirin. Qiskeran gotin, "Ocalan Rêberê Gelê Kurd e û tecrîda li ser wî tê wateya tecrîda li ser tevahiya Kurdan û dostên wan. Divê ev tecrîda şidandî derhal were rakirin û destûr bê dayîn ku bi parêzer karibin pê re hevdîtinê bikin."